19:47 23 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Dr. Erdelan Nuredîn: biryarên serok wezîrên Iraqê hinekî lezgîn bûn

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 159 0 0

    Dr. Erdelan Nuredîn endamê komîta ewledarî ya Parlamentoyê Îraqê ragihand ku biryarên serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî wek bersev ji daxwazên xwepêşanderan re bû.

    Dr. Erdelan Nuredîn jiboy Sputnîk Kurdistan xuyakir” biryarên serok wezîrên Iraqê hinekî lezgîn bûn, çêdibe li dema cîbcîkirinê hinekî zehmet be jiber ku alyên sîyasî bi tev biryaran qaîl nîne.

    Herweha xuyakir em ku nunerên Kurd li Bexdayê bi hemû awayekî pêşwazîya her hewleka çaksazîyê dikîn, lê pêwîste zirar û zîyanê bi maf û para kurda dinêv piroseya sîyasî de negehîne.

    Herwisa got: hin alî  li Iraqê xwepîşandera jibona berjewendyên xwe bikardînin û dixazn sîstema sîyasîya welat biguherînn jiboy sîstema serokatî û tev desthelatên birêvebrna welat didestê xwe de bigrin.

    Dr. Nwerdîn got: alyê şî e li Iraqê wê bêtirî her alyek din postên sîyasî ji dest bide lidema ew biryarên perleman pejrandî bihên cîbcîkirin, lê kurd jî wê hinek posta jidest biden.

    Sebaret rêgirîkirin ji cîbcîkirina wan biryara dr. Erdelan xuyakir tanihu Usame Nucêfî weku cêgrê serok komarê Iraqê ku kesek ji Ola Sunneye di Dageha Fedral de gazndnamek tomar kirye û daxwaz kirye dadgeha fedral bi hurglî bi wan biryaran de biçe û bizane ta çend ligor yasa û destûra Iraqê ne û eger hevdjbin nabe bihên cîbcîkirin.


    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de