14:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mohemmed Cewad Zarîf

    Zafîr tê Moskow jibo, dibe ku, projên hevbeş li Qirimê gotebêjbike

    © AFP 2017/ Maxim Malinovsky
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Çavkaniyek ji balyozxana Îranê li Moskowê ji Sputnîk Persian re ragihand ku dema serdana wezîrê karên derve yê Îranê Mohamed Cewad Zarif bi aliyê Rûsyayê re hatiye lihevkirin, wezîr wê 17 Tebaxê bighêje Moskowê.

    Wek nûnerê balyozxanê dibêje, Zarîf di vê serdanê de wê gelek pirsên girêdayî bi pirsgirêkên navnetewî, her wiha têkilyên di nav herdû aliyan de giftûgo bike.

    Sputnik Persian bi taybetî xwest ji siyasetmederê îranî, eksperê di ware pirsgirêkên stratîjîk yên siyaseta navdewletî de Ferhad Klênî derbarê ka wezîrê îranî wê çi pirsan giftûgobike, pirsî û wî wisa bersev da:

    Têkilyên di navbera Rûsya û Îranê de îro pêwîste ji aliyê realên siyasî yên nûjen ve ku piştî rêkeftina derbarê bernama atomê rûdane, bên nirxandin. Jiber vê yekê, di pêwendiyên herdû welatan de rêbazên nuh derketine. Yek ji van rêbazan-lêgerîna Moskowê jibo pirekê li Navenda Asyayê û Rojhilata Navîn peydabike da ku rûberiya radîkalîzmê bike. Rêbaza din ya giring-eşkerekirna rêyên rasteqîn jibo çareserkirna qeyrana li Sûriyê ye. Bêguman, Rûsya îro jî xwedî gelek înîsyatîvên derbarê Sûriyê û Yemenê ye. Em îro bi çavê xwe dibînin bê Rûsya çawa bi planekî konkrêt jibo tekoşîna bi têrorîzmê re li herêmê vedigere.

    Bi taybetî giringe ku Rûsya di vê arastê de gelkî bala xwe dide lîstikvanên siyasî yên sereke li Rojhilata Navîn. Jiber vê yekê şêwrên bi Tehranê re pir bi kêrin. Serdana bê ya berêz Zarîf ji Moskowê re jibo vê yekê nimûnak eşkere ye.

    Wek tê xuyakirin, di vê serdanê de wê têkilyên di navbera herdû welatan de, bi taybetî di ware aborî de bên giftûgokirin. Min dixwest ez bale bikşînim ser serdana dawî ya şandên ewropî û îranî ji Qirimê re. Di baweriya min de, projên piralî yên hevbeş li Qirimê bi beşdariya Îran, Rûsya û welatên Rojava yên dilxwaz wê ne tenê bi feyde ba, lê wê bihiştna ku bi şûnde awayekî hevkariyê ya wisa li Rojhilata Navîn jî pêkbihata.

     


    Bi heman mijarî:

    Îran-Çîn-Hevkarî
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Îran dixwaze Barzanî li ser kursiya xwe bimîne
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    Ruhanî: Îran nebaya, DAIŞ’ê Hewlêr û Bexda digirt
    Îran wê bibe partnerê Rûsyayê yê neftê
    Îran bi Rûsyayê re li bazara petrolê rikberiyê nake
    Husên Yezdan Pena : Rêkeftina di navbera Îran û P5+1 ne serkeftin e
    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    Australiya û Îran wê zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de