05:28 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alên Amerîka û Îranê li Viyenayê

    Amerîkanan xeyalê ceneral Solêmanî li Rûsyayê dîtin

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 126 0 0

    Xuyaye xeyalê ceneral Qasim Solêmanî serdana Rûsyayê kirye. Ji Waşingtonê ew li Moskowê dîtine, lê li Moskowê bixwe kesî ew ne dîtiye.

    Amerîkî birastî jiber rewşa çêbûye endişdarin. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry doh telîfonî wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sêrgey Lavrov kir jibo, wek di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye, endişdariya xwe jiber serdana ceneral Solêmanî ji Moskowê re bîne ziman. Solêmanî tevlî lîsta Civata Ewlekariya NYî ya kesên ku sefer ji wan re qedexeye, hatiye kirin. Wek li Waşingtonê destnîşandikin, serdana wî ji Moskowê re wê bê wê wetayê ku Îran û Rûsya biryara CE NY têkbirne.

    Nûnerê wezareta karên derve ya Amerîkayê Mark Toner doh êvarî yekemîn car dûpatkir ku desthilata Amerîkayê bibawere ku ceneralê îranî li Moskowê ye. Toner di berseva ser pirsa, gelo hûn bibawerin ku Solêmanî li Moskowê? got ku `erê, me ev pirs bi fermanberên pilebilind yên wezareta karên derve yê Rûsyayê re gotebêjkirye û bi şûnde emê vê pirsê li NYî jî hildin`.

    Qasim Solêmanî fermandariya hêza taybet —`Qods` dike. Ev hêz dikeve nav Hêza pasdaranên şoreşa islamî û wek  nêzîk ji rêberê rohî yê Îranê ayatola Xamênêy re tê hesêb. Eksperê hertimî yê  Sputnik Persian, serokê rojnama `Iran Press` Emad Abşênas diaxive:

    `Ceneral Solêmanî li Îranê, heta di nav opozisyonê de jî, wek qehremanê netewî tê hesêb. Û ev yek ne jiber xwe ve ye. Solêmanî tekoşînek mezin bi têrorêzmê re kirye, di dema êrîşa Sedam Huseyn ya ser Îranê de,wî bi mêranî û serkeftî xwe nîşanda. Leşkerên ku di bin fermandeya wî de ne, karekî mezin kirin û vî karî berdewamdikin  daku çekdarên DAÎŞê dûrî sînorê Îranê bin. Li Îranê guh nadin bê Amerîka çi biryara dijî Solêmanî distîne. 

    Sebaret bi mebesta Amerîkayê ya derbarê ku vê pirsê wê li CE NY hilde, jiber Rûsya rêjîma sizayên li ser Îranê  têkbirye û destûr daye Solêmanî jibo derbasî xaka wê bibe, wê ev yek eşkere rêûrêzanên navnetewî têkbibe, jiber Solêmanî welatiyê Îranê ye û mafê wî heye sînorê welatê xwe derbasbike. Di baweriya min de, biryara Waşingtonê lezgîn û ne aqilmende. Ev yek dikare bihêle ku hîn gelê Îranê ji Amerîkayê biqhere.

    Zanyariyên tam yên derbarê ku ceneralê îranî li Moskowê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civyaye, li ba min tune. Lê heger wisa be jî, Solêmanî, wek hemû welatiyên Îranê, tam mafê wî heye ku ligel serok Pûtîn bicive. Di vê rewşê de, Solêmanî ne tenê  nûnerîtiya hêza leşkerî ya Îranê, lê welat tevdî dike. Ji bilî wê, Solêmanî wek min got, di tekoşîna dijî têrorîznmê de xwedî ezmûnekî mezine. Û heger hevpeymana rojava birastî dixwaze tekoşînê bi DAÎŞê re bike, jêre ne zêde bû ku şêret û pêşniyariyên ceneral Solêmanî wergirta`.

    Li Kremlinê zanyariyên derbarê ku Solêmanî serdana Moskowê kir û bi serok Pûtîn re civyaye, derew derxistin`. Sekretêrê çapemenî yê serokê Rûsyayê Dmîtrî Peskov ji rojnamevanan re ragihand ku `tu-civînên wisa di bernama serok de ne hatiye dîtin`. Her wiha, Peskov got k utu-zanyarî li ba wî tune derbarê gelo Solêmanî hatiye Rûsyayê an na.

    Balyozxana Îranê li Moskowê ne xwest vê nûçeyê şirove bike.

    Bi her hal, heger hat û Amerîka vê pirsê li CE NY hilde jî, Rûsya dikare mafê vîto bikarbîne.

    Bi heman mijarî:

    Kerry bang li kongreyê kir jibo rêkeftina bi Îranê re erê bike
    YRK: Li Kamyaranê 12 pasdar û caşên Îranê hatin kuştin
    Pasdarên Îranê qaçaxçiyek din ê Kurd kuşt
    PDK bersiva Serokomarê Îranê da; Pêşmerge cîhanê diparêze
    Siyasetmederê amerîkî: rêkeftina bi Îranê re û Holokost wek hevin
    Koreya Bakûr dixwaze Hindistanê bişopîne, lê ne Îranê
    Bi hezaran amerîkî li New-Yorkê dijî rêkeftina bi Îranê re protesto dikin
    Pêntagon: Rêkeftina bi Îranê re derfeta bikaranîna hêza leşkerî ranake
    Lihevkirina bi Îranê re karê taybet ê Obama ye
    Vegera Îranê wê bandoreke çawa li bazarên petrolê bike?
    Amerîka wê sîstêma dijî moşekan jibo berevaniya ji Îranê sazbike
    Di pêwendiyên Îranê û welatên mezin de qonaxa nû
    Pispora îranî: heger Kongre rêkeftinê red bike, wê nema baweriya Îranê bi DYA bê
    Helwesta Amerîka û Îranê li ser rêkeftina etomî
    Îranê û koma `şeşînê` rêkeftina derbarê bernama atomê bidestxistin
    Atoma Îranê aram e
    Erebistana Siûdî li dijî Îranê şerê wekaletê dimeşîne
    Bendewarîyên çareserkirina bernameya nukleerî ya Îranê
    YNK: Me bi Îranê re behsa serokatiya Kurdistanê nekiriye
    Cîgirê wezîrê derve: Rêkeftina Îranê û `şeşînê` 90% amadeye
    Ruhanî dixwaze Îranê dewlemend bike
    Îranê girtiyekî din ê kurd îdam kir
    Rojhilat- 6 pasdarên kurd ên Îranê hatin kuştin
    Hikûmeta Îranê hejmara birîndarên Mehabadê belav kir
    Li Munîhê rejîma Îranê hat şermezarkirin
    Îranê bi tundî gef xwar: Em êdî bi zorê xwe digirin
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de