07:55 24 Tebax 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2401

    Şirovekarê ceosiyasî Erik Draytzer di hevpeyvîna xwe bi `Spitnik` re got ku Amerîka, jibo xistina hikumeta li Sûriyê, çekdarên islamî bikaranî.

    Hêjayî gotinê ye ku serokê berê yê ajansa saloxgêrî ya Amerîkayê berya demekê ragihand ku saloxgêriya welêt bi çalakiyên islamiyan li Sûriyê zanîbû.

    Draytzer destnîşankir ku Amerîka ji sala 2011-an ve siyaseta jibo guhertina desthilata li Sûriyê birêvedibe. Lê sênaryoya siyaseta jibo guhertina desthilatê li Sûriyê ne wek ya li Lîbyayê pêşveket: Amerîka li Lîbyayê rêxistinên ku di bin kontrola wê de bûn û bi El-qaydê` û rêxistinên radîkal yên din ve girêdayî bûn, bikartanî daku desthilata Qezafî bixîne.

    Lê hikumeta Sûriyê karîbû xwe bigre û di nav bêtir ji 4 salan ve şer bike. Ji Amerîkayê re şêwazekî nuh jibo bidestxistina armancên xwe yên siyasî pêwîst bû. Ev kar hemû tenê jibo xistina hikumeta Esed tê kirin. Belgename li ba saloxgêriya leşkerî ya Amerîkayê  hene ku vê yekê isbat dikin. Amerîka hîn ji sala 2012-an ve bi çalakiyên DAÎŞê li Sûriyê zanîbû, lê ev pêvajo asteng nekir, jiber bihêvîbû ku vê rêxistina radîkal li Sûriyê bikarbîne. Îro jî ev stratîjiya wan e.

    Tirkiye her û her bêtir rola xwe di krîza Sûriyê de dilîze, Draytzer destnîşankir ku Amerîka ji beşdariya Tirkiyê qezenckir. Ji Amerîkayê re pêwîste ku Tirkiyê yekser beşdariyê di şerê Sûriyê de bike jibo qada ewle sazbike.

    Amerîka dixwaze herêma ewle jibo navendên opozisyona Sûriyê yên di bin kontrola wê de ne, sazbike. Her wiha, pêwîstiya Tirkiyê jî bi vê yekê heye-bi taybetî jibo tekoşîna bi PKK re bihêztir bike. Ev tevdê krîzê xurtir û firehtir dikin. Amerîka ne tenê dixwaze ji Esed xelas be, lê Sûriyê li gorî xwe jî avabike.  Ev yek jibo Amerîkayê pêwîste, ev yek jibo Tirkiyê pêwîste û (tekoşîna bi) DAÎŞê re jibo pêkanîna çalakiyên wan hicetek pir başe.

    Bi heman mijarî:

    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Tirkiye sînorê xwe bi Sûriyê re asê dike
    Di navbera Artêşa Sûriyê û DAÎŞê de şerekî giran didome
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Rewşa dawî li Hesekê – Balafirên Sûriyê li çekdarên DAIŞê didin
    Amerîka proja biryara derbarê pirsa çekê kîmyawî yê Sûriyê pêşkêşî NYî kir
    Ji balafirên artêşa Sûriyê bombebaran
    Hejmara penaberên Sûriyê bi ser 4 milyonan ketiye
    `Hizbolla` û artêşa Sûriyê hewldidin jibo dîsa bajarê Zabadanî kontrolbikin
    YPG û artêşa Sûriyê li ser şerê DAIŞê rêkeftinek îmze kirin
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Lavrov û Mualêm wê rewşa li Sûriyê giftûgo bikin
    68 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket
    Norwîc biryar da ku pêşwaziyê li 8 hezar penaberên Sûriyê bike
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Wezîrê Dadê yê Sûriyê hat revandin
    Êrişa Sûriyê bo ser Idlibê; bi dehan kes hatin kûştin
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Sûriyê- Hejmara kuştiyên meha Gulanê
    Etîketan:
    Sûrîye, Tirkiye, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de