23:45 20 Mijdar 2017
Zindî
    Obama û Netanyahû

    Barak çawa Binyamîn haş kir

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Bêjer: serokê Amerîkayê Barak Obama roja çarşemê ragihand ku serokwezîrê Îsraylê Binyamîn Netinyahû `ne raste`, dema dijî rêkeftina bi Îranê re diaxive.

    Wek Obama dibêje, ez bibawerim ku Netanyahû dil safî ye. `Lê ez dibînim ku ew ne raste. Ez bibawerim ku `rêkeftina bi Îranê re` di berjewendiyên Amerîka û Israylê de ye`. Her wiha, Obama got ku `ez ji heval û gelê Israylê re dibêjim: Îran bi çekê atomî jibo Israyl, Amerîka û cîhanê bêtir bi gelkî bêtir xetere ji Îrana ku jiber sivikkirna sizayan fêdê wergire`. Obama di heman demê de mikur hat ku hinek ji navgîniyên ku Îran jiber sivikkirna sizayên bigre, dibe ku jibo piştgirtiya têrorîzmê bên bikaranîn.

    Bersevek fermî ji tel-Abîbê derbarê van gotinên Obama hîn ne hatiye kirin. Dibe ku Netanyahû hizir dike bê ka ew çawa pêwîste di vê rewşê de tevgerê bike. Jiber bi dehan ceneral û ofserên malnîş berya çend rojan daxwaznamak ji Netanyahû re şandin jibo rêkeftina bi Îranê re erê bike û têkilyên bi Amerîkayê re normal bike.

    Gelo Netanyahû wê guhbide rexnê? Ev pirs me ji şirovekarê siyasî yê portal IranianPolisy.net Secad  Tayrî kir û wî ev bersev da:

    `Nêzîkî mehekê ji dema girêdana rêkeftina derbarê bernama atoma Îranê ve derbasbûye. Di vê demê de hema bêj hemû welatan razîbûna xwe ji vê rêkeftinê re anîne ziman. Tenê Îzrayl dijî vê rêkeftinê ye. Israyl dije jiber ku ditirse ku bi Waşington re bandore xwe li Rojhilata Navîn windabikin. Her wiha, cave Israylê bar nabe ku Amerîka yekser diyallogê bi Îranê re bike.

    Lê tiştê herî mezin ku desthilata Îsraylê hejand ew e ku Îran isbat kir ku divê bawerî pê bê kirin ku ew sponseriya têrorîzmê nake û şeran jî pênaxe, her wiha bernama wî ya atomê jî tenê jibo armancên aştiyane ye û pirsgirêkên herêmî bi gelkî bi saya hewldanên dîplomasî yên Îranê tên çareserkirin.

    Ez destnîşandikim ku nerîna Netanyahû ne jibo me û ne jibo hevalbendên me yên herêmê bê wetaye, tersî rêkeftina bi koma 5+1 re ku şewqvedana berjewendiyên tevaya civaka navnetewî dike.

    Seokwezîrê Israylê haş nabe. Wî, di dema axaftina xwe de li pêşya federasyona cihûyan li Bakurê Amerîkayê sedemên ne razîbûna ji rêkeftinê re dûbare kir. Wek Netanyahû dibêje, piştî 10-15 sal din wê Îran bibe navenda çekê atomê û wê bixwe bikaribe bi sedan bombên atomê dirust bike.

    Tehran di heman demê de destnîşandike ku gotinên Netanyahû bê bingehin. Şêwirmendê serokê Meclisa Îranê jibo têkilyên derve Hoseyn Şêixelislam di hevpeyvîna xwe bi Sputnik Persan re derbarê vê yekê ragihand:

    Ez dixwazim yekser  berseva berêz Obama û Netanyahû  bidim: Îran tu-carî plan nekirye ku çekê atomê sazbike, jibo me ev yek herame. Ez wan bibîrtînim, ku me, wek aliyekî tam û serbixwe gotebêj  bi koma 5+1 re dikir û ne mina mehkûman li ser kursya dadgehê rûniştibûn. Rêkeftina hatiye bidestxistin delîlê ku bo Îranê tiştek ji aramiya li herêmê giringtir tune.

    Sebaret bi Netanyahû, li herêmê ji bilî Îsraylê, çekê atomê lib a tu-welatî tune û jiber wê jî yekser gefa li cîranan dixwe`. 


    Bi heman mijarî:

    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Îran dixwaze Barzanî li ser kursiya xwe bimîne
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    Ruhanî: Îran nebaya, DAIŞ’ê Hewlêr û Bexda digirt
    Îran wê bibe partnerê Rûsyayê yê neftê
    Îran bi Rûsyayê re li bazara petrolê rikberiyê nake
    Husên Yezdan Pena : Rêkeftina di navbera Îran û P5+1 ne serkeftin e
    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    Australiya û Îran wê zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Etîketan:
    Îran, Israyl, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de