04:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Firoka bê pîlot

    Amerîka tekoşîna bi DAÎŞê re wek hicet ji çalakiyên xwe re bikartîne

    © AP Photo/ Eric Gay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Amerîka yekemîn car li xaka Sûriyê firokên bê pilot dijî DAÎŞê bikaranî.

    Li gorî zanyariyên hene, Amerîka her wiha plan dike jibo firokên bi pilot jî li xaka Sûriyê  bikarbîne. Koşka Spî berya demekê ragihand ku ew bimebeste hêzên hewayî bikarbîne jibo opozisyona Sûriyê ya nerm ji hêzên hikumetê biparêze. Waşington ji nêzîk ve hevkariyê bi Enqerayê re dike. Enqera destûr da Waşington ku navenda hewayî Incirlik bikarbîne. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlut Çawişoglû soz da ku tedabîrên jibo tekoşîna bi DAÎŞê re li bakurê Sûriyê bihêztir bikin. Çawişoglû ragihand ku `em alîkariyê didin opozisyona nerm, her wiha wê perwerde jî dikin.`

    Li gorî zanyariyên kompaniya saloxgêrî ya taybet ya Amerîkayê- Stratfor, Tirkiyê ne tenê endamên opozisyona Sûriyê amade dike, lê tankan jî ber bi sînorê bi Sûriyê re dikşîne.

    Ajansa saloxgêrî wêneyên ku dawiya meha Tîrmehê  ji sputnikê hatibûn kişandin ûdidin xuyakirin çawa  tankên Tirkiyê li ber sînorê bi Sûriyê re bicîbûne, çapkir. Ev wêne dawiya meha Tîrmehê hatibûn kişandin. Bi taybetî dema ev wêne hatine kişandin, Amerîka û Tirkiyê lihevkirin jibo li bakurê Sûriyê qada ewlehiyê sazbikin.

    Siyasetmederê ji Şamê Talib Ibrahîm dibîne ku çalakiyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn ne zelalin. Ibrahim got ku `Waşington ne bimebeste bi awakî ceddî tekoşînê bi DAÎŞê re bike. Tevgera Amerîkayê çi li Sûriyê û çi jî li Îraqê gûmanê li ba min peydadikin. Her wiha, ez ji rola Tirkiyê jî di vê yekê de jî bigûmanim. Heta niha rola wê ne diyare`.

    Li gorî nerîna Ibrahîm, hemû çalakiyên Amerîka li Rojhilata navîn-li Sûriyê, Îraqê, lîbiyê –ne qanûnî ne. Niha jibo wan hicetek din derketiye-wek ew dibêjin, ew bi DAÎŞê re tekoşînê dikin û dixwazin opozisyona nerm ya şer bi vê grûpê re dike, biparêzin. Li jimara opozisyonerên nerm bi giştî 60 kes in. Ez dibêjim ku ev tenê hiceteke jibo ew êrîşî Sûriyê bike û şerekî nuh li Rojhilata navîn bixîne`.

    Bi heman mijarî:

    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune
    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Di navbera Artêşa Sûriyê û DAÎŞê de şerekî giran didome
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Rewşa dawî li Hesekê – Balafirên Sûriyê li çekdarên DAIŞê didin
    Amerîka proja biryara derbarê pirsa çekê kîmyawî yê Sûriyê pêşkêşî NYî kir
    Ji balafirên artêşa Sûriyê bombebaran
    Hejmara penaberên Sûriyê bi ser 4 milyonan ketiye
    `Hizbolla` û artêşa Sûriyê hewldidin jibo dîsa bajarê Zabadanî kontrolbikin
    YPG û artêşa Sûriyê li ser şerê DAIŞê rêkeftinek îmze kirin
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Lavrov û Mualêm wê rewşa li Sûriyê giftûgo bikin
    68 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Qamişlo – Di navbera hêzên asayişa PYDê û rêjîma Sûriyê de şer derket
    Norwîc biryar da ku pêşwaziyê li 8 hezar penaberên Sûriyê bike
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Wezîrê Dadê yê Sûriyê hat revandin
    Êrişa Sûriyê bo ser Idlibê; bi dehan kes hatin kûştin
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Sûriyê- Hejmara kuştiyên meha Gulanê
    Opozisyonerê Sûriyê: civîna Astanê ji hevdîtinên din re ne alternative e
    `Nîvê axa Sûriyê di dest DAIŞê de ye`
    NY: Gelê Sûriyê bê hêvî bûye
    Etîketan:
    Tirkiye, Sûrîye, Bakurê Amerîka, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de