06:36 23 Mijdar 2017
Zindî
    Beşdarên rêûresmê vekirna Kanalê Swêsê yê nuh li bajarê Misrê Ismailiyê

    Kanalê giringiya Misrê

    © Sputnik/ Alexander Astafyev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Rêûresmê zor berfireh yê vekirna kanalê Swêsê yê nuh li bajarê Ismailiyê bi beşdariya 100 şandeyên biyanî lidarket. Îro li Misrê roja netewî ye û milet ji kar azade.

    Li kolanên Qahîrê û Ismailiyê mirov dikare gelek xelkên temen ciyawaz bi mayoyên ku kanalê Swês li ser wan hatiye nivîsandin û ala Misrê di destên wan de bibîne.

    Rêûresmê vekirna kanalê Swêsê yê nuh ji pêşana leşkerî û sirûda netewî ya Misrê destpêkir. Serokê Misrê Abdulfetah el-Sîsî di keştiya gerê ya ku di vekirna pêşîn ya kanalê Swêsê sala 1869-an de jî beşdarîkirbû, pêşwazî li pêşana leşkerî kir. Bi mikrofonan mêvan bi dîroka kanalê Swêsê yê pêşîn dan nasîn. Ev kanal bi pêşniyariya dîplomasiyê fransî Ferdinand de Lessepsa û bi sparişa rêberê Misrê yê osmanî Mohemed Seyid Paşa hatibû avakirin. wek tê pêşnêrîn, êvarî jibo mêvanan wê opera `Aida` bê pêşkêşkirin û bi vî awayî wê rêûresmê vekirna Kanalê Swêsê bidawî bibe. 

    Serokê Misrê Abdulfetah el-Sîsî di vî rêûresmî de gotarek pêşkêşkir. El-Sîsî got ku tev zehmetiyên ku welat di çend salên dawîn de pêrgî wan hat jî, lê dikarîbû kanalê Swêsê yê nuhkirî diyarî cîhanê bike.

    Rêberê Misrê di rêûresm de li tenişta padîşahê Erebistana Siûdiyê Salman rûniştibû. Wek tê ragihandin, Erebistana Siûdî jibo avakirna vî kanalî, alîkariye darayî mezin da Misrê. Serokê Misrê û yê Fransayê- Fransua Holland jî ji aliyê din ve li tenişta hev rûniştibûn. Parîş di ware teknolojiya leşkerî de, ji nêzîk ve hevkariyê bi Misrê re dike. Qahîra meha borî destak ji firokên şerî yên cûrê  `Rafal` wergirt.

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev serokatiya şandsa welêt di vî rêûresmî de kir. Wek Medvedev ragihand ku ` ev proja mezin ya netewî ya Misrê jibo çûn û hatina deryayaî ya  cîhanê jî bûyerek berçave û wê bihêle ku bazirganiya deryayî pir bibe`. Her wiha wî ji rojnamevanan re behsa planên jibo nujenkirna riya deryayî –kurtirîn rê ji Ewropa bo herêma Oqyanosa Hêmen jî kir. Li gorî nerînên pisporan, ev rê dikare di pêşerojê de pêşberiyê bi Kanalê Swêsê re bike, lê rêberên Misrê îro naxwazin vê mijarê gotebêjbikin.

    Her wiha, Medvedev got ku pişekariyên Rûsyayê jibo beşdariya di pêşvebirna kanalê nuh de amadene. Yek ji van pingavan dibe ku sazkirna qada pişekarî li tenişta Kanalê Swês be.

    Di dema serdana serokwezîrê Rûsyayê de diyar jî bû ku civîna koma hevbeş ya derbarê pirsa qada bazirganiya azad di navbera Hevkariya Aborî ya Ewroasyayê û Misrê de wê heta dawiya vê sale lidarkeve. Kom gerek pirsa hêjabûna sazkirna qadek wisa vekolînbike.

    Bi heman mijarî:

    Misir dublora kanala Swêsê avadike
    Misir balyozê xwe yê nû li Israylê diyar kir
    Etîketan:
    Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de