05:04 24 Mijdar 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Salih Muslim bi Serokê Filistînê re civiya

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 122 0 0

    Şandeya Desteya Niştimanî ya Hêzên Veguheritina Demokratîk li gel Serokê Filistînê Mehmûd Ebas hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinên de aloziya li Sûriyê hate gotûbêjkirin.

    Şandeya Desteya Niştimanî ya Hêzên Veguheritina Demokratîk a Sûriyê  ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Kordînetorê Giştî yê Desteyê Hesen Ebdulezîm û Endamên Buriya Rêveber a Desteyê Munîr Bîtar û Mihemed Hicazî pêktê. Ji aliyê Filistînê jî ji bilî Ebas, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgarî ya Filistînê Saib Irêqat, Wezîrê Derve yê Fililstînê Riyad El-Malikî, balyozxaneya Filistînê yê Mirsê Cemal El-Şobekî û Serokê Navenda Siyasî ya Tevgera Filistînî yê paytexta Sûriyê Şamê Enwer Ebdul Hedî beşdarî civînê bûn.

    Civîn duh êvarê li peytexta Misrê Qahîre pêk hat.

    Di dawiya civînê de herdû aliyan keda ji bo çareserkirina siyasî ya aloziya li Sûriyê bi awakî erênî nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Tirkiye hêzeke Tirkmen li dijî YPGê ava dike
    PYD lîdertîya xwe xurt dike
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Etîketan:
    Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de