07:21 26 Gulan 2018
Çekdarekî ji Bera El-Nusra

Eniya El Nusra daxwaza Tirkiyê pêktîne

© AP Photo / Al-Nusra Front Twitter page
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hikûmeta Tirkiyê planek bo ser sînorê Suriyê û Tirkiyê (Rojava û Bakûr) dariştiye û qaşo dixwaze herêmek aram di navbera kontonên Efrîn û Kobanê de çêbike.

Li gor vê planî Tirkiye dixwaze operasyonekê li Suriyê bike û xaka bi dirêjaya 140 km û firehiya 50 km kontrol bike. Ev xak dikeve navbera kantonên Efrîn û Kobanê.

Li gor nûçeyên ajansan Eniya El Nusra ku baskê El Qaidê li Suriyê ye, ligel mûxalîfên Suriyê lihev kirine ku herêmên di bin kontrola xwe de yên li ser sînorên Tirkiyê radestê wan bike.

Tê gotin ku, El Nusrayê û muxalîfan li bajarê Helebê rêkeftinek kirine daku van herêman radestê ketîbeyên Liwa Sultan Murad bikin. Herwiha bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer bikin.

Ajansên Tirkiyê jî diyar dikin ku Tirkiye bi hêceta operasyona li dijî PKK’ê, xwe amade dike ku li Bakûrê Suriyê operasyonek berfireh bike.

Bi heman mijarî:

Emerîka revandina çekdarên Opozisyonê ji aliyê El-Nusra ve şermezar kir
Cebhet el Nusra: Em dixwazin Şamê bigirin
YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
Etîketan:
Sûrîye, Rojhilata Navin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de