00:01 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    DAÎŞ lîsta buhayê jibo kolên cinsî amadekirye

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3010

    Li gorî zanyariyên nûnera taybet ya sekretêrê giştî yê NYî jibo pirsên tund û tûjiya cinsî Zeynab Bangûra, li xaka ku ji aliyê DAÎŞê ve tê kontrolkirin, lîsta buhayên li ser kolên-jin û zarokên hatine girtin tê belavkirin.

    Wek berêz Bangûr dibêje, meha Nîsanê di dema serdana jibo Îraqê de,  kopiya belavoka DAÎŞê ket destê wê. Di belavokê de, ji bilî nivîsandinên din, buhayên kolên- zarok jî hebûn. Baweriya hinan bi vê belgenamê nayê, berêz Bangûr dûpatdike ku belgename raste û şewqvedana rêkeftinên hatine pêkanîn dike:

    Berêz Bangûra heftiya borî di hevpeyvînekê de  ragihand ku `wek çawa bazirganiya bermîlên benzînê dikin wisa jî bazirganiya keçkên zarok dikin.Keçkek dibe ku jibo kesên cuda 5-6 caran bên firotin. Carnan çekdar keçkê bi hezarên dolaran  li malbata wê vedgerînin. Wek Bagnûr dibêje, kur û keçên ku temenê wan ji salekê heta 9 salan e bi 165 dolaran tên firotin, keç û kurên ku temenên wan ji 10 heta 15 salan e bi 124 dolaran tên firotin, buhayê jina ku temenê wê di ser 20 salan re be hîn kêmtire. Li gorî zanyariyên Bangûra, destpêkê rêberên tevgerê jibo xwe kolan hildibjêrin, paşê yên mane wan li bazarê difroşin. Kolên ku piştî bazarê dimînin dibe ku ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve li gorî lîsta buhayê bên kirin.

    Di meha Hezîranê de, piştî vegera ji Rojhilata Navîn Zeynab Bangûra êdî derbarê van kiryarên DAÎŞê ragihandibû. `Xortek dixwaze çigarê bikşîne, lê pere pêr tune, ew diçe kola xwe difroşe yekî din û perê buhayê pakîêtek çigare werdigre`.

    DAÎŞ, ne tenê sûcdariyên xwe venaşêre, lê wan belav jî dike. Di internêtê de gelek caran vîdyoya derbarê îdamkirna mirovan û tunekirna şûnwarên dîrokî ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve tên belavkirin.

    Li gorî nerîna pisporê zanîngeha Medison ya amerîkî Kerry Kroyford, dema têrorîst derbarê sûçdariyên xwe radighînin,  dixwazin tyêkilyên di nav xwe de bihêz bikin û tires di nav xelkê xin.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ: Ji rêxistinê ber bi dewleta suniyan
    Keçkên ji Çeçenistanê alîgirên DAÎŞ-ê xapandin
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    Pispor: Dibe ku DAÎŞ ê cekên kîmiyawî ji derva wergirtibe
    Racî Bîlîcî: ‘DAÎŞ bi aweyekî eşkere alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    DAÎŞ`ê li Afganistanê dest bi şer kir
    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Navenda dijî terorîstî ya HWS tedabîrên berevanî dijî `DAÎŞ`ê amadedike
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye, Îraq, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de