12:40 25 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 139 0 0

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sergey Lavrov û John Kerry û hevkarên wan yên ji welatên-Kendava Farsî doh li Qatarê şêwazên jibo çalakkirna tekoşîna bi têrorîstên DAÎŞ re gotebêjkirin.

    Sêrgey Lavrov di van gotebêjan de yekemîn car planê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jibo notrezîkirna islamiyan eşkere kir: Naveroka vî planî-sazkirna hevpeymaniya bi beşdarbûna artêşên Sûriyê, Îraq, hêzên kurdî û welatên herêmê yên din ye.

    Lavrov got ku `Dema Amerîka berya salekê derbarê sazkirna hevpeymaniya jibo tekoşîna bi DAÎŞê re li Sûriyê û Îraqê  ragihand, Waşington razîbûna hikumeta Îraqê wergirt, lê li razîbûna hikumeta Sûriyê ne pirsî. Me wê demê jî destnîşankir ku ev rê ne rewa ye û tenê zirarê dike, jiber ew bi awakî sereke mafê navnetewî têk dibe. Ji aliyê praktîk ve jî, riyek wisa li pêşya pêkanîna berek yekbûyî jibo tekoşîna bi DAÎŞê, `Cebhat el-Nûsra` û komên têrorîstî yên din re astengyan derdixe. Hemû kes nas dikin ku tenê lêdana ji hewayê ne bese, pêwîste hêzek yekbûyî bê avakirin û hêzên ku li erdê şer bi gefa têrorîstî re dikin, ango artêşên Sûriyê û Îraqê û hêzên kurdî, divê tevlî vê berê bibin.

    Bi teybetî inîsyatîva serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku di dema hevdîtina bi cîgirê cîgirê şahê Erebistana Siûdiyê re meha Hezîranê li Pêtêrbûrgê pêşkêşkir, ji vê yekê pêktê. Inîsyatîva derbarê sazkirna berek yekbûyî jibo tekoşîna bi têrorîzmê re wê ji hemû hêzên ku li erdê şer bi têrorîstan re dikin û welatên ku piştgiryê didin, pêk bê. Her wiha, Vladîmîr Pûtîn pêşniyarkir ku hewldanên jibo livandina pêvajoya siyasî li Sûriyê li gorî rêkeftinên Jênêvê ku 30 Hezîranê sala 2014-an hatine îmzekirin, bên çalakkirin`

    Bi her hal, doh jî stratîjiya nuh ya desthilata Amerîkayê li Sûriyê diyar bû-Niha Waşington jiber çi gefa li `opozisyona nerm` bê kirin û di nav de ji aliyê hêzên hikumeta Sûriyê ve jî,  dikare destêwerdana leşkerî di Sûriyê de bike. Di vê rewşê de, planê ku Moskow pêşniyarkirye dibe ku ji destêwerdana DYA di şerê navxweyî yê Sûriyê de, berdêla rasteqîn a tenha be. Serok-rêdaktorê rojnama `Iran Press`, şirovekarê herdemî yê Sputnik Persian Emad Abşenas diaxive:

    `Tenha şêwazê jibo jikokrakirna têrorîzmê li Sûriyê û Îraqê-pêkanîna planê rûsî ye. Jiber armanca sereke ya vê inîsyatîvê ew e ku krîza Sûriyê bi awakî siyasî bê çareserkirin û hemû hêzên ku tekoşînê bi têrorîzmê re dikin, bike yek. Di nerîna min de planê Pûtîn divê bilez bê cîbecîkirin. Me dît bê çawa rojava di rojên pêşîn yên krîza Sûriyê de li ser çareseriya leşkerî ji krîzê re rijd bû. Niha em dibînin ku ev sênaryo tu-encam ne da. Moskow û Tehran ji aliyê xwe ve, ji destpêkê ve û heta roja îro li ser  şêwazên dîplomasî jibo çareseriya krîzê rijd in.

    Diyare ku beşekî mezin ji hêzên ku li Sûriyê û Îraqê şer bi DAÎŞê re dikin bi piştgirtiya  Moskowê û Tehranê ve girêdayî ne. Îran di çend mehên dawîn de her û her bêtir  derbarê amadebûna xwe jibo rêxistina hevpeymanek tam di şerê  li dijî DAÎŞê de radighîne. Wek tê xuyakirin Komara Islamî a Îranê wê pir bi kêf xweşî pêşwaziyê li inîsyatîva Valdîmîr Pûtîn bike. Siyasetmeder, pisporê Navenda Tehranê ya jibo lêkolîna Îran û Ewroasyayê Şoyb Bahman di hevpeyvîna xwe bi Sputnik Persian re got:

    Welatên ku dixwazin ji DAÎŞê û komên têrorîstî yên din li Rojhilata navîn bi carekê xelas bibin, divê piştgirtiya planê Vladîmîr Pûtîn bikin. Yek ji van welatan-Îran e.

    Bi her hal, wek ku dihat pêşnêrînkirin, planê ku Sêrgêy Lavrov eşkerekir ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry ve ne hat erêkirin. Sêrgêy Lavrov jî li vê yekê mikur hat û got ku ` min ne bawere ku Amerîka helwsta xwe derbarê vê yekê biguhere, diyare ku em di vê pirsê de dûrî hevin`. Helwesta Moskow ne tenê dûrî ya  Waşington e, lê dûrî yên  hevalbendên wê yên herêmê, mîna Erebistana Siûdiyê û Qatarê ye jî.

    Tedmur
    © Sputnik/ Alexandr Makarov

    Wezîrê karên derve yê Qatarê xalêd el-Atiya ji aliyê xwe ve ragihand ku artêşa Sûriyê çekan dijî kesên sivîl bikartîne. Her wiha got ku `li Sûriyê niha tenê şorşger şer bi têrorîstan re dikin`. Bi taybetî Lavrov ji van gotinan ne razîbû.

    Diyare ku welatên-beşdarên hevpeymaniya niha ya dijî DAÎŞê heta niha piştgirtiya planê Pûtîn ne kirne.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: daxuyaniya derbarê parastina hêzên çekdar li Sûriyê zirare
    Lavrov wê li Viyenayê hevdîtinê bi Ştaynmayêr û Zarîf re bike
    Lavrov û Mualêm wê rewşa li Sûriyê giftûgo bikin
    Lavrov: Rêkeftinên Mîniskê, jiber Kiyêv, di rewşek meitrsî de ne
    Lavrov: diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de berdewam e
    Lavrov: tawanbariya ku lîsta reş bi awakî qerequşî hatiye pêkanîn qeşmeriye
    Lavrov: Tekoşîna bi terorîzmê re gerek bi qezencên siyasî ve ne girêdayî be
    Lavrov: têkilyên bi Amerîkayê re gerek di berjewendiyên Rûsyayê de bin
    Lavrov: armancek me ya serke li Rojhilata Navîn heye
    Lavrov serdana Sirbistanê dike
    Lavrov û wezîrê derve yê Awstirya wê gotebêjan bikin
    Lavrov: `Reformkirina Civata Ewlekarî ya NY pêwîstî ye`
    Lavrov ji Spûtnîkê re diaxive
    Lavrov wê roja çarşemê ji Spûtnîkê re biaxive
    Etîketan:
    Rojhilata Navin, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de