09:41 18 Tebax 2017
Zindî
    Kanalê Swês

    Misir dublora kanala Swêsê avadike

    © Sputnik/ A.Zorin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2301

    Roja pêncşemê li Misirê rêuresma vekirina dublora kanala Swêsê tê lidarxistin. Li gor hesabên hukumeta Misirê `kanala nû ya Swêsê` ku roja 6 Tebaxê bê vekirin gerek ji ekonomiya walêt re destek bike.

    Kanala Swêsê ya ku di sala 1869 hatiye avakirin vê gavê pir dagirtiye.  Di rojê de 47 gemî li kanalê têne derbaz kirin. Lê tevî wê kanal piştî turîzmê  dibe çavkaniyê girîng yên  duyemîn a dahatuyên xezîna dewletê. Sala par walat dest bi avakirina dublora kanala Swêsê kir, ewil dihate pilan kirin ku proje di navbera sê salan bi dawî be. Lê belê piştî ku serok dewletê Misirê Abdel Fattax as Sîsî ferman da ku avakirina kanalê di demeke kurt de bê xilazkirin  di encamê de  hate diyarkirin ku di navbera salekî de kanal dikare bê  avakirin. Ya rast hêza karker û leşkerên Misirê têrênekirin.  Ji ber wê şeş kompaniyên biyanî di nav de ji DYA, Belçîkayê, Holanda û Kuveytê ji bo xilazkirina kanalê  hatibun vexandin. Di navbera salekî de bi xerckirina 8,5 miliyar dolaran di nav deştê de li ser riya sereke yek ji xetên kanalê hatibû kolandin.  Drêjaya kanalê 35 kîlometre, her wiha xebatên kurkirin û paqijkirina kanalê ya 37 kîlomtrî hatibun pêkanîn, ji bo ku gemiyên gewre bikaribin li wur derbaz bin. Di encamê de çuhîn û hatina kanalê du caran zêdebu: di rojê de 97 gemî dikarin herin û bên. Sehetên derbazkirina kanalê ji 18 demjmêran heya 11 demjmêran kêmbuye.  Li gor hesabên hukumetê bi firehkirina kanalê  dahatuyên walêt heta sala 2023  sê caran bilinbin, ango ji 5,3 miliyar dolaran heya 13,2 miliyaran. Ya rast gelek analîst bi gumanin ku hesabên han pêkanin. Şîrovekerê weşana Rojhilata Navîn ya fînansî MEED Hosam Abu-Gabal ji rojnama The Guardian ragihand ku `hemû hejmarên ku dewlet destnîşan dike,  hesabên  bi hedefin. Nayê bawerkirin ku baresta firotanê bilind  bibe. Kanala nû wê çuhîn u hatina gemiyan du caran zêde bike, lê hesabên bilinbuna bazara gilobal nayê wê manê ku hejmareke mezin ya gemiyan  li wir derbaz bin. Di rastiyê de bazara bilobal ne xwedî  baresteke wusa ye ji ber ku ew bi bazara Ewrupayê ve grêdahiye`.  Di wê navberê de hukumeta Misirê soz dide ku rêuresmeke gewre bê lidarxistin.  Di nav mêhvanên ku beşdarî  çalakiyê  bin,  serokên  dewletan, di nav de serokkomarê Rûsya û Fransayê cêh bigirin. Di bernama çalakiyên pîrozbahîyê opêra Cuzeppe Verdî `Ayîda` bê dahîn wek di sala 1869 di roja vekirina yekemên a kanala Swêsê pêkatibu.

    Bi heman mijarî:

    Misir balyozê xwe yê nû li Israylê diyar kir
    Etîketan:
    Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de