14:49 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê li ser sistêma moşekên Patriot kar dikin

    Amerîka firotina moşekên Patriot ji Siûdiyê re erê kir

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Hukumeta DYA ji bo firotana sîstema rêveberiya moşekan Patriot Advanced Capability-3 bi buhaya 5,4 miliyar dolaran ji bo Sûudî Erebistanê razîbuna xwe da.

    Zaniyarên han Pentagonê ragihand. Di ragihadinê de tê gotin: `Deportamenta dewletê frotana potensiyal a moşekên PAC-3 û demûdezge, parçeyên wê êdek û destekkirina madî-teknîkî ya bi buhaya  5,4 miliar dolaran ji bo Sûudî Erebistanê pejrand`.  Dabînkerê cebilxanan şîrketa Amerîkî Lockheed Martin ne, şîrket xebata di warê balafirsaziyê,  teknîka hewavaniya kozmîkî û gemîsaziyê dike.  Li gor diyarkirina şîrketê,  sîstema ZÛR `ji balafiran û moşekan diparêze û îro hêzên leşkerî yên Almaniya, Holanda, Yekîtiya Mîrgayên Erebî, DYA, Tayvanê û Japoniya bikar tînin`.  Her wiha wezareta karên derva yên siyasî firotana ceblxane ji bo hêzên bejayî ya kraliyetê bi buhaya 500 miliyon dolaran  erêkir. Pentagonê ji alî xwe ve tekez kir ku Kongiresa DYA li ser van  hinartina hatiye agahidar kirin.  Heftiya buhurî kovara Wall Street Journal ragihandibu ku Waşîngton ji ber endîşedariya huvakerên w xwe ango Saûdî Erebistanê ji bo  destxistina peymana bernama nukleerî ya Îranê dikare alîkariyeke zêde di avakirina sîstemeke yekpare sistema berevanî ya li dijî moşekan  bike.  Vê gavê `DYA baleke taybet dikşîne ser lêgerîna derfeta lezkirina hinartina çekan  ji bo dewletên erebî li Kendava Farisî  û bi awayekî aktîv ji bo  pêkanîna planên abicîhkirina  li wir sistema berevaniya dijî moşekan kar bimeşîne`.  Gelo welatên din yên  Kendava Farisî yên wek Bahreyn, Qeter wê balê bikşînin ser kirîna cebilxana DYA di çarçova pêkanîna  sistema berevaniya dijî moşekan?  Bersiva pirsa me eksperê me yê herdem, şêf-rêdaktorê rojnama `Îran-Press` Emad Abşenas wuha da:

     `Li gor hizra min welatên din yên herêmê pêdiviya wan di wî warî de tunene. Li vir pirs wusa nayê dahîn xwe ji gefên Îranê biparêzin. Komara Îslamî ji bo cîranên xwe  ne metirsîdare. Şîrketên gewre yên hilberîna cebilxanan li DYA ji bo ku makîna çapkirina diravan ya monarşiyên erebî li Kendava Farisî bi xurtî bixebite, bi her şêwayan li wan dewletan tirs belavdikirin, ji bo  ewana  ji ber tirsa gefxwerinê çekên hîn xurt ji bo berevaniya xwe bikirin. Lê belê wek me  hemiyan dît Sûudî Erebistan çekên hevdem tenê karîbu li hember welatiyên hejar û bindest yên Yemenê bikbîne `. Gelo hewildanên DYA ya alîkariya zêde di werê avakirina sistema berevaniya dijî moşekan ji `metirsiya Îranê`ji bo hevparên wê li  Kendava Farisî bi efekt bin? Eman Abşînas wuha dewam kir:

     `Dema metirsî tunene, mena cerbandina bê sedem ya çekan namîne.  Lê  heger konflîkteke ru bide wê demê sîstema herî pêşketî ya berevaniya dijî moşekan  nikare sedî sed walêt biparêze. Axa Sûudî Erebistanê mezina. Û li gor nêrîna min hedefeke wusa nîne ku li wî welatî sîstemeke xurt ya berevaniya dijî moşekan bê avakirin. Sûudî Erebistan li şuna xercikirina pereyên mezin ji buceyaxwe ji bo kirîna cebilxaneyên DYA yan yên welatên Ewrupayê, hewil bida  bi riya gotubêjan  û dîaloga aşîtiyane bi cîranên xwe, bêtir bi Îranê re ji bo dabînkirina aramiyê û ewlekariyê li herêmê gavên hevpar pêk baniya.  Heger walet pêwendiyên dostaniyê destek bike wê aramî li tevayî herêmê bê runiştandin`.  Heman nerîn siyastzan, mamosteyê zanîngeha Tehranê pisporê pirsên Rojhilata Navîn û welatên erebî, şef rêdaktorê  berê  yê ofîsa herêmî a telekompaniya Îranê li Beyrudê Hosseyîn Ruyvaran parvedike.

    `Piştî destxistina peymanê bi Îranê re, DYA li şuna ku welatên Kendava Farisî li ser garantiyên destxistî bi Îranê re agahdar bike, hewil dide endîşedariya wan welatan kurtir  bike û  pêşbaziya çekan xurtir dike. Frotana çekan ji  welatên wê herêmê re diyar dike ku metirsî heye, lê çareserkirina krîza nukleerî wek bi  dawîbuna krîza nukleerî tê hesab.  Ji ber wê çandê tê diyarkirin ku DYA di her hêlêde hewil dide hedef û berjewendiyên  xwe li wê herêmê pêkbîne. Tabî DYA hewil dide pirsa  ewlekariyê bîne bîra wan dewletan.  Ji ber wê Amerêka dixweze bi hemû şîweyan ve dewletên Kendava Farisî ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne`.  Li gor gotnên birîz Ruyvaran, DYA bi hedefe ku bazara bikarînerên cekên xwe li welatên Kendava Farisî firehtir bike.

    `Ez hizir dikim ku heger pêwîstiya wan dewletan bi çekan tunebe jî  wê DYA bi pêşniyarên taybet û bi hemû mekanîzmen heyî bandorê bike ku ew dewletan pêwîstî bi kirîna çekên Amerîkî  bibînin. Ji bo DYA firehkirina ceografiya  firotana çekan pir grînge. Li gor nêrîna min di demeke nêz de wê ne tenê Sûudî Erebistan her wiha Qeter, Oman, Mîrgeyên Welatên Erebî bin guşara DYA hemû komplêksên moşekan yên ku Amerîka pêşniyar bike bikirin. Hêjaye bê diyarkirin ku mezintrîn kompleksên  moşekan yên hilberîna Amerîkî berê salên 90  yên sedsala 20 ji wan welatan re dabînkirîbun. Lê dema şerê Kendava Farisî Sûudî Erebistan ew komplêksen moşekan li hember Saddam Huseyîn bikaranî bu. Ji ber wê dewletên herêmê her çiqasî xwedî cebilxaneke  dewlemend bin jî, wê di bin guşara DYA kompleksên hîn xurtir û hevdem  yên nifşa nu bikirin`.   We goh da nêrîna pisporên Îranê li ser perspektîven avakirina sîstema berevaniya moşekan yaAmerîkî  li Kendava Farisî.

    Bi heman mijarî:

    Teqînek xwkujî li Erebistana Siûdiyê
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de