06:40 23 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Eksper: Bombabarankirina kurdan - şaştiyeke stratejîk ya Enqerêye

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Heftiya buhurî piştî teqîna bobmbeyê li bajarê Pirsusê ya ku nêzî sînorê Sûriyeyê ye û di encama wê çalakiyê 32 kes bune qurbanî, Tirkiye wek endama NATO yê li hember şerkarên DAÎŞ ê ya ku berpirsiyartiya wê çalakiyê hilgirte ser xwe dest bi opêrasiyoneke berfireh kir.

    Hêzên hewayî leşkerî yên Tirkiyeyê binkeyên DAÎŞ ê li axa Sûriyeyê bombaran dikin,  di heman demê de pozîsiyonên şervan û aktîvîstên PKK li Herêma Kurdistanê ango baskê leşkerî yên herî bi aktîv  yên ku li hember DAÎŞ ê şer dimeşîne, bombaran dike. Hêjaye bê bibîr xistin ku piştî îmzekirina peymana aşîtî di sala 2013 ya di navbera partiya muhelefet û hukmeta Tirkiyeyê,  ev yekemîn êrîşa leşkerî ya tirkan li hember pozîsiyonên endamê PKK ê bu. Piştî  buyerê PKK e hukmeta Tirkiyeyê di binpêkirina rejîma agirbestê tewanbar kir  û ragihand ku gotubêjên aştiyane ya çareserkirina pirsgrêka kurdî nepêkanin. Hukumeta Tirkiyeyê tekez dike ku bombardumana çeperên DAÎŞ ê ewlekariya herêmê biparêze. Ji layekî din ve herçiqas Tirkiye îdah dike ku kurdên Sûriyeyê `li derva hewildanên leşkerî yên îro dimînin` pispor pêşbîn dikin ku wêrekiya Tirkiyeyê ya di tekoşîna dijî DAÎŞ ê bi kontrolkirina  bi çekirina kurdan grêdahiye. Gelo çima Tirkiye îro beşdarî tekoşîna dijî DAÎŞ ê bu û derbazî ser axa welatê cîran buye? Çima pozîsiyonên kurdan yê ku li hember DAÎŞ ê şerdikin tuşî êrîşan dibin? Li ser van mijaran şîrova siyasetnas û eksperê  pirsên Rojhilata Navîn profesorê zanîngeha Tehranê Cahangîr Karamî bi esil kurd ji Sputnik Persian re pêşkêş kir.

    `Tê diyarkirin ku hereketên Tirkiyeyê li hember PKK bi xurtkirina pozîsiyon û serkeftinên  hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê ve yên  li Sûriyeyê grêdahiye. Baska wê ya leşkerî li bakurê walêt nêzî sînorên Tirkiyeyê  her wiha devera bajarê Reqayê (paytexta DAÎŞ ê) nêzî 30 kilometrî kirine bin kontrola xwe. Serkeftinên wusa yên kurda li Sûriyeyê, dewleta Tirkiyeyê endîşedar dike, ew ditirse ku kurd li Sûriyeyê dibin xwediyê erdên mezin  û dikarin otonomiyeke xurt ji ya Dewleta Îslamî zêdetir  avabikin.  Ji ber wê erîşên hêzên hewayî leşkerî yên Tirkiyeyê ne li hember starên DAÎŞ ê bune, lê raste rast li hember pozîsiyonên kudran bun.  Her çiqas hukumeta Tirkiyey  bi aweyekî fermî li ser pêkanîna opêrasiyona leşkerî  li hember DAÎŞ ê ragihand, ew tenê bahane bu ji bo ku êrîşan li hember hêzên kurdan pêkbîne.  Wek baş tê zanîn Tirkiye ne tenê îsal sînorên xwe ji bo derbazkirina terorîstan li kampên DAÎŞ ê vekiriye. Lê belê bi saya tekoşîna hêzên kurd  li Sûriyeyê û Bakurê Îraqê riya şerkarên  DAÎŞ ê ber bi sînorên Tirkiyeyê ve hatibû qutkirin  û pozîsiyonên wan lawazbun.  Ji ber wê çendê opêrasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê ne li dijî şerkarên DAÎŞ ê ye,  hedefa wê opêrasiyonê pozîsiyonên kurdane û binkeyên PKK li Bakurê Îraqê ye`. Serfermandarê  biriyargeha  giştî ya hêzên leşkerî yê Îranê general Hesen Fîruzabadî êrîşên Tirkiyeyê li hember pozîsiyonên kurdan  bi tundî rexnekir.  General ragihand ku lêdanên han şaştiya stratejîk a Tirkiyeyê ye,  ew dikare riya şerkarên DAÎŞ ê ber bi sînorên Tirkiye yê  veke. Tevî wê êrîşa han aramî û ewlekariya herêmê dike bin metirsiyan û rewşê hîn tujtir dike. Buyerên han welatên cîran bi taybetî Îranê ku welatiyên wê kurd hene  endîşedar dike.   Cahangîr Karamî wuha dewam kir:

     `Îran dewleteke  pir netewe û kurd yek ji netewên pir hejmar  ya walête.  Tabî buyerên ku li welatên cîran têne qewmandin nikare kurdan wek welatiyên Îranê endîşedar neke.  Lê bi giştî pozîsiyona Îranê li ser pirsgrêkên herêmî ne netewîne. Ev pozîsiyona hemû gele,  yên ku di demên dijwar  destekdayîna gelên zerarkêş yên herêmê kirine. Di nav de alîkarî ji bo kurdên Îraqê di serdema Saddam Huseyîn de.  Her wiha Îran bi aweyekî fermî hukumeta meşru ya Sûriyeyê  û serokkomar Beşar Essed destek dike. Ji bilî wê hêzên kurd û yên tirkmenên Îraqê yên ku li hember êrîşên DAÎŞ ê rawestiyan  bi aktîv destek dikir. Gelek  serkeftinên leşkerî yên wan hêzan di rizgarkirina rêzek bajaran ji destê şerkarên DAÎŞ ê roleke ne biçuk   Îranê leyst`.  Pispor her wuha destnîşankir ku Tirkiye naxweze li hember DAÎŞ ê şer bike.  Wî nêrîmna xwe wuha dewam kir:

    `Hukumeta Tirkiyeyê nikare vîna xwe ya siyasî diyarbike ku li hember şerkarên DAÎŞ ê raweste. Ji ber ku tê zanîn ku dewletên wek Sûudî Erebistan, Tirkiye, DYA bi bahana xistina desthilatdariya  rejîma Sûrî, destekdayîna fînasî û lojestîk ji  DAÎŞ ê dike. Ti gavên ber bi çav ji alî wan dewletan ji bo tunekirina rêxistina terorîstêk nayên pêkanîn. Enqere dikare kanala  derbazkirina şerkaran  bi riya sînorên wê bigire. Heger  wusa neyê kirin, wê di demeke nêzîk de DAÎŞ li hember Tirkiyeyê bixwe  rabe û ewlekariya walêt bixe bin xeteriyê.  Ji ber ku radîkalîzim, tundrewî û terorîzima ku li herêmên Sûriya û Îraqê pêşdikevin  ne li hember hukmetên navendî yên wan welatane. Ev ji bo lawezkirina welatên din yên herêmê tê kirin. Û Tirkiye bi xwe dikeve   bin xeteruiyê`. We goh da şîrova eksperê serbixwe li ser pirsên Rojhilata Navîn derbarê  êrîşên hêzên hewayê leşkerî yên Tirkiyeyê li hember DAÎŞ ê û pozîsiyonên hêzên kurdan li Sûriyeyê û Îraqê.

    Bi heman mijarî:

    Fermadariya YPG`ê ya Kobanê ronîkirnê ji Tirkiyê dixwaze
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    YNK’ê daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên ser PKK’ê rawestîne
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive
    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e
    Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Dîplomatê Tirk bo Rûdawê: Tifaqa Amerîka û YPGê ne li dijî Tirkiyê ye
    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    Tirkiyê koalîsyon Texmîn
    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de