16:55 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş

    ‘Divê PKK çakan bêdeng bike û hikûmet jî operasyonan rawestîne’

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 110 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê bang li PKK'ê kir ku çekan rawestîne û çalakiyan neke, ji hikûmeta Tirkiyê jî xwest ku operasyonên leşkerî rawestîne.

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş derbarê rojevê de bersiv pirsên rojnamevanan da û got ku `ez bangawaziya xwe tenê bo aliyekê nakim. Divê PKK destê xwe ji tetîkê bikêşe û çekan bêdeng bike. Hikûmet jî aşkere bike ku dest ji operasyonan berdaye. Dizanim wê hindek kes van gotinên min çewt bikin. Bê guman wê dewlet parastina xwe bike.`

    Demirtaş got heger yek hebe ku lêpirsîn lê bê kirin —AKP ye û got: `Berpirsên Roboskî û Gezî ewin. Ewan 134 zarok qetl kirin. Yê her roj  çekan dişînin bo DAIŞ’ê ewin`.

    Selahattin Demirtaş rexne li gotina berpirsên AKP’ê girt ku digotin `Emê Qendîlê bi erdê re bikin yek` û axaftina xwe wiha domkir: `Ev gotin pir kevin in. Mirovên dimrin zarokên me hemûyanin. Barê her cenazeyek ku em didin ser milê xwe, bareke li ser milê hikûmetê. Lê ew him Tirkiyê ber bi agir ve dibin û him jî berpirsiyariya vê dixin stûyê HDP’ê. Wê gel vê qebûl neke`. 


    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: Demîrtaş nediwêriya bêje ez kurd im
    Demîrtaş: Niha li Tirkiyeyê bi sedan DAIŞ’iyên li benda fermanê ne hene
    Demîrtaş: Tenê Ocalan dikare banga çekdanînê li PKKê bike
    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe
    Selahattîn Demîrtaş dengê xwe bikar anî
    Akdogan: Dixwazin Demîrtaş bidin pêş, Ocalan bidin paş
    Şîroveya Times: `Demîrtaş karîzmatîk û ciwan e`
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de