02:57 25 Mijdar 2017
Zindî
    Gaz

    Tirkîye pirsên yên sîyasî çareser neke, ewlekarîya enerjîyê wê di bin tehdîdê de bimîne

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 200 0 0

    Piştî bi dawîbûna agirbesta PKK`ê, di warê xeta borîyên gaz û neftê de wê problem derkevin. Eger dîsa agirbest bête dabînkirin, pirsgirêk wê bêne çareserkirin.

    Li Bazîda Agirîyê teqandina xeta borîya gazê dikare bandoreke cidî li ewlekarîya enerjîyê ya Tirkîyeyê bike. Li gor daxuyanîya Wezareta Enerjîyê ya Tirkîyeyê, xeta borîyên gazê bi sabotajê hatîye teqandin.

    Pisporê îranî yê di warê enerjîyê de Ûmûd Şukrî piştî teqandina xeta borîyên gazê ya li ser sînorê Tirkîye û Îranê, bi bîr anî ku teqînên bi bî awayî bi taybet ji alîyê PKK`ê ve têne pêkanîn û destnîşan kir, ku dabînkirina ewlekarîya xeta borîyên gazê gelek giring e:

    ``Li ser sînorê Îranê tu problem tunene. Li alîyê Tirkîyeyê hinek caran teqîn têne encamdan. Di ewlekarîya enerjîyê de, ewlekarîya ragihandinê ji ya tedarikê giringtir e.  Gaza siruştî ji çavkanîyê derdikeve, lê di warê ragihandina wê de her tim problem derdikevine holê. Piştî bi dawîbûna agirbesta PKK`ê, di warê xeta borîyên gaz û neftê de wê problem derkevin. Eger dîsa agirbest bête dabînkirin, pirsgirêk wê bêne çareserkirin. Lê, eger şerê bi PKK`ê re berdewam bike, pirsgirêk jî wê berdewam bikin. Her weha di xetên borîyên gazê yên ji Kurdistana Iraqê û yên ji Bakû-Tiflîs-Ceyhanê de jî dikarin problem derkevin. Anku, eger pirsgirêka bi PKK`ê re neyê çareserkirin, ewlekarîya enerjîyê ya Tirkîyeyê wê rast bi problemên cidî were``.

    Ûmûd Şukrî destnîşan kir, ku ji problemên di xetên borîyên gazê de derdikevin, Îran jî wê bandordar bibe û ji bo wê peydakirina xetên alternatîv jî wê gelek zehmet be.

    ``Wek tê zanîn, ji bo ji welatekê re hinardekirina gazê, avakirina xeta borîyan 3-4 salan berdewam dike. Peydakirina alternatîvan jî ne ewqas hêsan e. Niha Îran dixwaze gazê bifroşe YE`yê û ji bo wê jî dixwaze xeteke nû ava bike. Malîyeta xeta nû wê li dora 5-6 milyar dolaran be. Lê, eger problemên sîyasî yên li Tirkîyeyê berdewam bikin, Îran jî wê ji wê rewşê bandordar bibe û nikare gaza xwe ber bi Ewrûpayê re hinarde bike. Lê, zehmetîyên herî mezin wê Tirkîye bikşîne``.

    Li gor nêrîna eksperê îranî, piştî rabûna ambargoyên navneteweyî Îran dixwaze pozîsyona xwe ya di bazarên petrolê yên cîhanê de bide xurtkirin û ji bo wê jî ewlekarîya ragihandinê gelek giring e:

    ``Wek tê zanîn di warê rezervên gaza siruştî de, Îran piştî Rûsyayê di cihê duyemîn de ye. Lê, îro Îran tenê xwedî ji % 1 para bazarên cîhanê ye. Îran dixwaze ku para xwe ya di bazarên cîhanê de heta ji % 10 zêde bike. Potansîyeleke wisa ya Îranê heye, lê di demeke kurt de gihaştina baresteya ji % 10 gelek zehmet e. ji ber ku ji Îranê re 200 milyar dolar pêwist in, ku bikaribe planên xwe dabîn bike. Eger Îran sermayeya pêwist peyda bike, dikare di maweya 5-10 salan de bigihije armanca xwe``.

    Bi heman mijarî:

    Îran wê bibe partnerê Rûsyayê yê neftê
    Îran bi Rûsyayê re li bazara petrolê rikberiyê nake
    Husên Yezdan Pena : Rêkeftina di navbera Îran û P5+1 ne serkeftin e
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Etîketan:
    Agirbest, Ewlekarî, Enerjî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de