08:39 22 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarekî ji Bera El-Nusra

    Emerîka revandina çekdarên Opozisyonê ji aliyê El-Nusra ve şermezar kir

    © AP Photo/ Al-Nusra Front Twitter page
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Saziyên Çapemeniyê diyar kirin Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Emerîka Mark Toner revandina fermandarê Tugaya Tevgerî ya Artêşa Azad Nedîm El-Hesen ku çend roj berê derbasî bakurê Helebê bibû, şermezar kir.

    Toner di konfêransekî rojnamevanî de ragihand ku El-Nusra bi awayekî fermî eşkere kiriye ku ew beşek ji Rêxistina El-Qaîdaye ye. Toner her wiha got ku armaca El-Nusra heman armanca Rêxistina El-Qaîda ya terorîste ye, ji ber vê yekê pêwîste em wan bi tundî şermezar bikin.

    Li aliyê din jî Berdevkê Koçka Spî ya Emerîka Josh Ernst destnîşan kir ku raporên derbarê girtina hin fermandarên operzisyona Sûriyê bi dest wan ketine.

    Tugaya 30 ya tevgerî ya Artêşa Azad bi daxuyaniyekê ji El-Nusra xwest ku fermandarê wan û endamên wan ên li gel wî ku li Helebê winda bûne serbest berdin.

    Fermandarekî Artêşa Azad ku ne xwest navê xwe eşkere bike ji ANHA’yê re got ku dewleta Tirkiyê navên hemû çekdarên opozisyona Sûriyê ku Emerîka ew perwedekirina radestî çeteyên El-Nusra kiriye û ev tişt anî ziman: ̎El-Nusra 18 çekarên ji Tugaya 30 ya tevgerî ya Artêşa Azad revandine û 2 ji wan fermandarin`.

    Bi heman mijarî:

    Cebhet el Nusra: Em dixwazin Şamê bigirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de