21:44 25 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Îraqê

    Moskow wê ji bo berevaniya Bexdayê welatiyên Îraqê perwerde bike

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 110 0 0

    Wezîrê bergiriyê yê Îraqê Haled el-Obeydî roja sêşemê serdana Moskowê kir. Huriyên gotubêjan nayên aşkere kirin, tenê wezareta berevaniya Îraqê ragihand ku nunerê Bexda yê li Moskow gereke pirsên hevkariya teknîkî-leşkerî gengeşe bike.

    Piştî hevdîtina meha Gulanê ya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîrê Îraqê Hayder al-Abadî  pirsa  hevkariya teknîkî-leşkerî ji bo Bexdayê bûye  erka herî aktual. Çavkaniyên wezareta berevanî ya Rûsya Federal ji rojnameya `Nêzavîsîmaya Gazêta` ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên li ser hinartina lez ya cekên lêdanê, yên dijî tankan, ji bo hewavaniya eniyê û cebilxaneyên din hatine giftogokirin.  Kontraktên di warê hevkariya teknîkî-leşkerî (bi buhaya 5 miliyar dolar) di navbera Rûsya û Îraqê hîn di serdema rêveberiya Nurî Malîkî de  hatibûn îmze kirin. Û vê gavê hukumeta nu bi serkêşiya Hayder al Abadî  bi temamî vê peymanê destek dike.

    Berê çend heftiyan hatibû ragihand ku ji Rûsya ber bi Îraqê ve partiya helîkopterên leşkerî Mî-35M (çar makîne), rêzek Mî-171Ş û Mî-171 (makînek) ji bo kesên taybet hatiye hilberandin, şandine. Berê wê ji ber rewşa dijwar ya Îraqê, Moskow bi awayeke lezgîn  balafirên Su-25, helîkopterên Mî-28NE û Mî-35 dabînkir, her wiha sîstema `TOS-1A` kompleksên balafirşkên, komplêksa `Pantsir S-1` komplêksên `Cîgît, otomobîlên zirxpuş BRM-3M `Vêpir` şandin Bexdayê.

    Lê Îraq frehkirina hinartina çekên rûsî û emrazên leşkerî, her wuha perwerde kirina leşkerên wê li dibistanên leşkerî yên Rûsya Federal  daxwez  dike. Û daxweziyên han  wê demê têne kirin dema Amerîka alîkariya leşkerî dide Bexdayê. Heftiya derbazbuyî  serokê Pentagonê Eşton Karter  ji nişkêve serdana Bexdayê kir û bi rayederên fermî re li ser heman pirsan nîqaşkir.  Serdana Karter heman piştî rêuresma radestkirina çar balafirên leşkerî F-16 ji bo hêzên hewayî leşkerê yên Îraqê roja 20 Temmuzê li binkeya Baladê pêk hat. Kontrakta hinartina 36 balafirên bi wî rengî hîn berê çend salan hatibu îmze kirin. Lê amerîkî peymanê îro destpêkirin pêk tînin.

    Van demên dawî Îraq pir caran nerazîbuna xwe li hember dabînkirina alîkariya leşkerî ya DYA ji wî welatîre dida diyarkirin.  Tevî wê, Haled al-Obeydî di meha nîsanê  sala 2015 de,  bi aweyekî aciz diyar kir ku alîkariya leşkerî bêy agahidarkirina rêveberiya navendî ya walêt raste rast ji kurdan û suniyên serhildêr  re tê kirin.  Al-Obeydî wê demê amaje kir û got:`ji hukumet û leşkerên DYA hate nîşandan ku  wezîrê berevanî yê Îraqê gerek proseya biçekkirina walêt kontrol bike`.  Wî tekez kir ku dabînkirina çekan ji hêzên cuda cuda bêy daxweziya wezareta leşkerî  dikare bibe destpêka parçekirina Îraqê.  Lê heger rastî bê gotin parçekirina walêt êdî destpêkiriye. Vê gavê şerkarên DAÎŞ ê sê parê erdên Îraqê kontrol dikin. Kurdistan bi destekkirina Amerîkayê otonombuna xwe diyar dike. Erdê mahîn yê walêt ji alî Bexdaya fermî ve ya ku Rûsya, Çîn û Îran destek dikin  tê kontrol kirin.

    Di meha Temmuzê de,  hukumeta Îraqê li ser destpêkirina opêrasiyona berfireh ya rizgarkirina  wîleyata mezin Enbarê  ku ketiye bin destê şerkarên DAÎŞ ê,  ragihand. Roja îniyê wezîrê berevanî Haled al-Obeydî li ser bidawîbuna qonaxa ewil ya operasiyona leşkerî  û amadekariya qonaxa duyem ragihandibû.  Li gor gotnên wezîr `wê êrîş li paytexta wîlayeta Enbarê ` bê pêkanîn.  Lê herêmên sereke yên wek Ramadî, El-Fallucî hîn bin destê DAÎŞ ê dimînin. Di vê navberê de Pentagon geşbîniya  artêşa Îraqê ya binxistina DAÎŞ ê parvenake û hizir dike ku ji bo tunekirina struktura  `xalîfeta îslamî` 10 sal pêwîste. Hine eksperên serbixwe hesab dikin ku    senariyên  negatîv  li pêşiya mene, di nav de şerê DAÎŞ ê ji bo paytexta Îraqê Bexdayê.

    Rûsya hilsengandina xwe ya fermî di warê şerê Îraqê de  hîn  diyar nake.  Lê li gor pêşxistina  hevkariya teknîkî-leşkerî bi Îraqê re û beşdariya kompaniyên me di vejandina wî welatî, dikarin pêşbîn bikin ku Moskowa bi geşbînî pêşeroja wê dinirxîne. Serok dewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn dema hevdîtna xwe ya  bi serok wezîrê Îraqê re ya di meha Gulanê pêkatibu,  amaje kir û gotibu: `Îraq li herêmê patrenerê me yên kevn û ewleye. Her ciqas li herêmê rewş dijwar be û ekonomiya cîhanê  jî dijwar be pêwendiyên me bi serkeftî pêşdikevin.  Em projeyên gewre li walêt pêktînin, şîrketên me li welatê we kar dikin. Li vir axaftin li ser vêberderiya bi miliyar dolaran tê kirin`.



    Bi heman mijarî:

    Iraq – Kampa leşkerî ya zarokan hat vekirin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Iraq bi redkirina proje yasaya pirçekkirina Pêşmerge `kêfxweş e`
    Iraq- Çekdarên DAIŞê 45 leşker kuştin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Iraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire
    Etîketan:
    Bergirî, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de