04:51 23 Mijdar 2017
Zindî
    Heleb

    Li Helebê pevçûn: 14 sivil hatin kuştin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Li gelek taxên Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê şer û pevçûn rû dan. Di pevçûnan de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî agahiyan, balafirên rêjîma Sûriyê taxên Mesakin Henano, Heyderiyê, Qetana ya Heleba kevin, Cibh El-Qube, Riya Xazî Entab ya bakurê Helebê bombebaran kirin. Hate gotin ku di encama bombebaranê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û hejmarek welatî birîndar bûn.

    Li aliyê din jî çekdarên opozisyonê bajarokên Nubul û Zehra ên li bakurê Helebê topbaran kirin, di encamê de zarokek û jinekê jiyana xwe ji dest dan, her wiha hin leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.

    Her wiha, hat ragihandin ku  duh êvarî li taxên Şehba, Cedîde, Ezîziyê û derdora mizgefta Quteybe bin Muslim El-Bahilî ya li kolana Nîl ên Helebê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê şer derket. Di pevçûnan de topên hawanê hatin bikar anîn. Di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM’ê peymana xwe bi Meclîsa Herêmî ya Helebê re rawestand
    Şer û pevçûnên Helebê berdewam in
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de