Dadgehê ji xeynî Seif el Islam, cezayê îdamê da 8 kesên din jî ku di nav wan de serokê berê yê îstixbaratê Abdullah el-Senoussi û serokwezîrê berê Bagdadî el-Mahmoudi jî hene.
Seif al-Islam di dadgehê de amade nebû, jiber ku ew li girtîgeheke li bajarê Zintan ya di bin kontrola hikûmetek din de dimîne.
Li Lîbyayê du hikûmet hene ku navendên wan li Trablus û Tobruk in. NYî hikûmeta Tobruk nas dike û hikûmeta Trablus jî di destê Îslamîyan de ye.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)