12:26 25 Mijdar 2017
Zindî
    Fûad Mehsûm

    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e

    © AFP 2017/ Haidar Hamdani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 61 0 0

    Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan doh di peywendiyek telefonî de rewşa navçeyê û pêwendiyên di navbera herdû aliyan de gotebêjkirin.

    Li gorî malpera fermî ya serokkomariyê, Mehsûm di têkilya xwe ya telîfonî de ragihandiye  ku biryara Tirkiyê ya derbarê beşdariya di hevpeymana dijî terorê de biryarek giringe û wê bibe sedema ku teror li tevahiya nevçeyê bê şikestin.

    Derbarê êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk yên li dijî baregahên PKK’ê jî Fûad Mehsûm ragihandiye ku aştî di berjewendiya hemû zarokên Tirkiyê da ye. Her wiha, Masûm gotiye ku  biryara sala 2013’ê ya ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê biryarek di cih de ye.

    Ji alîkî din ve, serokomarê Tirkiyê Erdogan jî tekez kiriye ku wê Tirkiye di şerê dijî terorê de piştgiriya Iraqê bike.

    Bi heman mijarî:

    Fûad Mehsûm wê biçe Îranê
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de