18:05 23 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    Pispor: Dibe ku DAÎŞ ê cekên kîmiyawî ji derva wergirtibe

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8920

    Çekdarên rêxistina terorîstîk DAÎŞ ê li hember kurdan ango hêzên YPG ê û welatiyên sivîl çekên kîmiyawî bikaranîne.

    Ajansa CNN ragihand ku encamên han lêkolînvanên du rêxistinên serbixwe yên Brîtanî Conflict Armament Research û Sahan Research bidestxistin.

    Lêkolînvanan sê buyerên bikaranîna çekên qedexekirî  ji alî  îslamîstan ve lêkolînkirin.  Berê wê, li ser bikaranîna çekên kîmiyawî ji alî çekdaran ve, nunerên YPG ê ragihadibun.

    Ji bilî wê li ser vê buyerê û balkişandina pisporên kîmiyawî —eknîkî  ji bo avakirina çekên kîmiyawî  ji alî terorîstan ve, wezareta karên derva yê Awstriya yê ragihandibû. Pisporên Brîtanî sê cihên pêşbînkirî ku li wir çekên kîmiyawî hatine bikaranîn lêkolîn kirin: dû cîh li parêzgeha Hesekê li bakur-rojhilatê Suriyayê, cîhek jî li Bakurê Îraqê li nêzî pozîsiyonên hêzên kurdan li rex baraca `Mosul`ê ku rmoşek lê  ketibû lê neteqiyabû.

    Li gor danayên lêkolînvanan, agahî piştrastbun  û ew bu yekemîn buyer ku  fermî hatibû belgekirin ku şerkarên DAÎŞ ê çekên kîmiyawî bikaranînbun. Gelo çawa çekên kîmiyawî yên ku berê salekî derxistibûn dervayê Sûriyeyê,  ketine destê terorîstan de? Li ser vî mijarê  profesor,  pisporê di warê pêwendiyên navnetewî yê zanîngehê Razî Kodrat Ahmadiyan ji Sputnîk Persian re van zaniyaran da.

    Pirsgrêka bikaranîna çekên kîmiyawî li Rojhilata Navîn gelek sale di rojevê de ye. Di dîroka nû ya herêmê de, pirsa han di mediyan de ji despêka krîza Surî hate gengeşe kirin, wê demê welatên  Rojava desthilatdariya Sûriyeyê di bikarnîna çekîn qedexekirî li hember `opozîsiyona çekdar` tewanbar kir. Piştre pirsa hebuna çekên kîmiyawî li Sûriyeyê hatibu girtin. Taybetî   DYA bi îdayên xwe guşerê li ser raya giştî dikir ku rejîma Essed dikare di pêşerojêde  çekên han bikarbîne.

    Her çiqas îsbatên bikaranîna wan çekan nehatibu dîtin, lê bêçekkirin li  Sûriyeyê hate pêkanîn. Civata Ewlekariyê ya NY li ser veguhastina çekên kîmiyawî ji walêt biryarbername pejrandibu.  Niha tê gotin ku çekên kîmiyawî li Sûriyeyê heye û di destê terorstan de ye. Yek ji hedefên rêxistina DAÎŞ ê û bingeha îdeolojiya wan bibin xwediyê  çekên komkujiyê.  Pirsa gelo DAÎŞ ji kuderê çekên kîmiyawî hildigire ji ber tunebuna delîlan  em dikarin tenê pêşbînbikin.

    Herhalde çekdaran navendên hilberîna çekên kîmiyawî (yên  valabune) dagirkiribun û wan bi xwe dest bi hilberîna çekên komkujiyê kirin.  Diyare teknolojiyên hilberînê wan ber bi herêmên Sûriye  û Îraqê  yên bin kontrola wan de bun hinardekiribun, wek tê bîra me, di serdema Saddam Huseyîn de çekên kîmiyawî pir populer bun…  Her cawa hebejî derfet û resursen destê DAÎŞ ê de hene, dêhlin ku çekdar projeyên buha pêk bînin.  Di heman demê de ez dur nabînim ku DAÎŞ ê  çekên kîmiyawî ji derva distand.  Ew jî tenê pêşbînîne. Heger di pêşerojê de DAÎŞ çekên kîmiyawî bikarneyne jî, buyerên xemgîn yên ku pêkatibun  gerek bibin sîniyala koalîsiyona dijî DAÎŞ ê: pêwîste şepelên fînansî û madî  ji wê rêxistinê re, rêveberên wê  û çekdarên wê re  bêne rawestandin. Ango bi bikaranîna çekên kîmiyawî  ji alî DAÎŞ ê ve wê karesetek mezin çêbibe`.   


    Bi heman mijarî:

    Racî Bîlîcî: ‘DAÎŞ bi aweyekî eşkere alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    DAÎŞ`ê li Afganistanê dest bi şer kir
    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
    Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
    Şerê îroyîn a li dijî DAÎŞ`ê — riyeke dûr û bê hedef e
    Amerîka zanyariyên derbarê binyada DAÎŞ wergirt
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Îsraîl û tehdîda DAÎŞ`ê
    Navenda dijî terorîstî ya HWS tedabîrên berevanî dijî `DAÎŞ`ê amadedike
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Etîketan:
    Rojhilata Navin, Kurdistan, Sûrîye, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de