14:50 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Agahiyan nû li ser tohmetbarê teqîna Sirûcê

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Tê îdiakirin ku tohmetbarê teqîna bajarê Sirûcê yê Bakurê Kurdistanê, xortekî 20 salî bi navê Şêx Ebdurehman Algoz e.

    Li gorî ku dayîka wî dibêje, Alagoz û birayê xwe 6 meh berê çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.

    Li cihê teqîna pêr a Sirûcê, nasnameya xortekî hatibû dîtin. Heta niha bi fermî nehatiye ragihandin, lê di medyaya Tirkiyê de behsa wê yekê tê kirin ku vî xortî xwe teqandiye. Li gorî nûçeyan, navê wî xortî Şêx Ebdurehman Alagoz e û li bajarê Semsûrê ji dayîk bûye.

    Dayîka wî Semûre Alagoz ji rojnameya Radîkalê re gotiye, her du kurên min 6 meh berê çûbûn derveyî welêt lê Ebdurehman 10 roj berê vegeriyabû Tirkiyê, lê me nizanîbû li kuderê ye.

    Tê gotin ku Ebdurehman Alagoz û birayê xwe, beriya ku tevlî DAIŞê bibin, li çayxaneya bi navê “Çayxaneya Îslamê” li bajarê Semsûrê bi hevalên xwe re kom dibûn, lê piştî ku çayxane ji aliyê hikûmetê ve hat girtin, ew çûbûn nav DAIŞê.

    Di teqîna Sirûcê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 104 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Dîplomatê Tirk bo Rûdawê: Tifaqa Amerîka û YPGê ne li dijî Tirkiyê ye
    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    Tirkiyê koalîsyon Texmîn
    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de