08:05 24 Tebax 2017
Zindî
    Ala Israylê

    Sucên leşkerî yên Îsraylê bê ceza dimînin

    © Flickr/ Izhar Laufer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Roja 14 Temmuzê sala 2014 li Xezzeyê heyşt lawik ku eqrabê hev bun li plajê futbol dilîstin; leystka wan bi trajedî bi dawî bu – çar ji wan bi sê moşekên îsrayîlî ve hatibun kuştin.

    Rokêtek li qutiya çopê  ket dema  ku yek ji zarokan çu topê ji wur hilgire. Zarokan dest bi revê kirin di heman demê de rokêteke din hat. Ya seyamîn jî li rex heman qutiya çopê ketibû. Buyer ji alî rojnamavanên navnetewî ku wê demê li otêlên nêzî plajêne  hatibû  dîtin. Rojnamavan  ber bi cîhê buyerê reviyan. Fotografkêş wêneyên zarokên kuştî kişandin yên  ku tevayî cîhan hejandin. Bêguman  zarokên  ku sax man mirina brayên wan wê heya dawiya jiyanê bîra wan de bimîne.  Muntazar di encama wê bombabaranê de  birîndar bu. Lê belê rewşa wî ya tendrustiyê her roj xirabtir dibe, ew nikare qala wê buyarê bike. Hikumeta Îsrayîlê li hember êşên wî lawikî bêxemin. Ew kesên ku wan zarokan bombabaran kirin  Îsrayîlê wan heq dît û tekez kir ku zarok bi şaşîtî li şuna  şerkaran dîtin. Dayka zarokên kuştî Îm Ataf Baker ji RT re got: `Hêvîdarim ku zarok bune çuk û çûna esimanan. Jiyana min tevayî buye hêsirên bê dawî. Dilê min parçe dibe. Zarokên  min yên ku sax mane  rewşa wan ya psîkolojîk xirabe`.  Bavê zarokan Axîd Baker wuha got: `Îsrayîlê ne tenê  çar zarok kuştin, wan heft malbat tunekirin. Her tiştê baş di wan de kuştin.  Em mirovên ji rêzêne, em dixwezin zarokên xwe li gel xwe bibînin: em dixwezin ku zarokên me wek yên xelkê  bilîzin, birevin û şa bibin. Vaye îsrayîlî çi anîne serê me`.  Rêaksiyona raya giştî li hember vê buyerê cilmisî bu.

    Berê demekê, sekreterê giştî yê NY Ban Kî Mun di encama  guşara Îsrayîlê  û DYA  Îsrayîlê ji lîsta dewletên  ku di encama konflîktên leşkerî  mafê zarokan binpêdike derxistibû. Gelek hesab nakin ku sala par di encama operasiyona Îsrayîlê li Xezeyê ya ku 7 rojan dewam kir zêdetirî 500 zarok jiyana xwe ji dest dabun. Lê belê ne tenê zarok ji makîna kuştinê ya Îsrayîlê zerarê dibînin. Li qada konflîktan herdem bijîşk têrê nakin. Li Xezzeyê zêdetir pêwîstî bi alîkariya bijîşkan heye. Peyamnerê RT Lîzzî Fîlan bi du  xebatkarên alîkariya lezgîn re axivî, di şerê sala derbazbuyî de wan kesan nekarîbun ji şêniyên bajêr re bibin alîkar, ji ber ku otomobîlên wan ji alî  roketên îsrayîlî ve hatibûn bombarankirin. Bijîşkê saziya alîkariya lezgîn ya civata Filistînê ya heyva sor Hatîm Şahîn amaje kir û got: `Em xebatkarên alîkariya lezgînin. Îsrayîlî her roj êrîşê otomobîlên me dikirin. Wa tank û balafir bikardanîn. Her wiha nunerên mediya jî dibun hedefa wan`.  Li gor gotnên wî, leşkerên Îsrayîlê 8 otomobîlên alîkariya lezgîn îmhakirin.  Hemu buyer li Başurê Xezzeyê pêkatibun. Di nav hemkarên Şahîn de kuştî û birîndar hebun. Ewana bune hedefa balafirên bê pîlot. Îsraîyîl îda dike ku şerkar  xelkê sivîl wek mertalên zindî bikartînin ji ber wê sivîl dibin qurbanî. Lê belê şêniyên Xezzeyê  bi xwe dibêjin ku Îsrayîl bi vî awayî xwe heqlî dibîne û hedefên xwe yên rast vedişêrin.  Bijîşkê Felîstînê dibêje: `Îsrayîlî  dixwezin me bitirsînin. Dixwezin ku em ji mirovên ku di xwînêdene nebin alîkar.  Gerek wusa nebe.  Hemû otomobîlên alîkariya lezgîn ji bo veguhastina  kesên bê çekin yên  zerarkêş û birîndarane. Em şerkeran û çekan nagerînin. Em tenê xebatkarên nexweşxwenane û ji kesên sivêl re alîkariyê dikin`.   

    Etîketan:
    Israyl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de