05:46 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ, Îraq

    Li Diyala êrîşa bombeyî: 35 mirî

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li navçeya Benî Saadê ya ser bi parêzgeha Diyala êrîşek bi wesayitek bombebarkirî pêk hat di encam de 35 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

    Li navçeya Benî Saadê ya ser bi parêzgeha Diyala êrîşek bi wesayitek bombebarkirî pêk hat di encam de 35 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn. Endamê Encûmenê Parêzgeha Diyala Zahdît Tahir Xelîl ji BasNews re got ku êrîşe şeva borî di demjimêr 19:00’de li navçeya Benî Saadê pêk hat.

    Xelîl diyar kir ku rûniştvanên herêmê piranî Şîe ne û ev êrîş jî di nava bazar de pêk hatiye û di encam de 35 welatî mirine û 40 kes jî birîndar bûne. Xelîl herwiha da zanîn ku derbarê teqînê de lêkolînan destpêkiriye lê belê jiber dijwariya teqînê gelek wesayit jî şewitîne, nayê zanîn ka parçeyê wesayita hatiye teqandin çawa bêne dîtin. Navçeya Benî Saad di sala 1878’ê de hatiye damezrandin û dikeva başûr rojavayê Diyala. Di torên civakî de tê gotin ku hejmara kuştiyan ji 100’i zêdetir e

    Bi heman mijarî:

    Iraq – Kampa leşkerî ya zarokan hat vekirin
    Jay Garner: Amerîka divê çekan bide Kurdên Iraq û Suriyê
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Iraq bi redkirina proje yasaya pirçekkirina Pêşmerge `kêfxweş e`
    Barzanî: Iraq mezintirîn piştevanê DAIŞê ye
    Iraq- Çekdarên DAIŞê 45 leşker kuştin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    Etîketan:
    Teqîn, Dîyala, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de