21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Balafira şer ya amerîkî

    Felûce - Bermîlên teqîner xelata cejnê bo DAIŞê

    © AP Photo/ Senior Airman Matthew Bruch
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Serokê pizîşkên nexweşxaneya giştî ya bajarokê Felûceyê Ehmed Şamî îro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: `Êrişên hêzên Iraqê bo ser bajarê Felûceyê di roja cejna Remezanê de jî bi dijwarî dom dike.`

    Ehmed Şamî got: `Balafirên artêşa Iraqê bi bermîlên teqîner bajarê Fekûceyê bombebaran dikin û di encama bombebarankirina taxên Eskerî û Zobat ên Felûceyê de 8 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok in.`

    Şamî derbarê hejmara kuştî û birîndarên çekdarên ADIŞê yan hêzên Iraqê de ti agahî nedan.

    Meha borî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman da artêşa Iraqê û milîsên şîe ku navçeyên sivîl û nevanda bajarê Felûceyê topbaran nekin û daxwaza kir ku hemû alî girêdayê biryarê bin.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de