14:00 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê DYA`yê Barak Obama- Serokerkan Martin Dempsey- Wezîrê Bergirîyê Ashton Carter

    DYA`yê ji bo çi helwesta xwe ya li ser Sûrîyeyê guherand?

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    DYA hewl dide ku bandora xwe ya bi hêz a berê paş de vegerîne û ew jî hinek koordînat, hevseng û hevkêşeyan diguherîne

    Serokê DYA`yê Barak Obama ragihand ku problemên li Sûrîyeyê tenê bi beşdarîya Rûsya, Îran û Tirkîyeyê ve mimkun e û gereke Îran jî bibe alîyeke guftûgoyên li ser Sûrîyeyê.

    Gelo sedemên sereke yên guherîna sîyaseta DYA`yê ya Sûrîyeyê çi ne? Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Tirkîye-Asyayê Mûrat Bîlhan nêrînên xwe yên li ser wê mijarê ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re ragihand:

    “Piştî imzakirina rêkeftina di navbera P5+1 û Îranê de, DYA sîyaseta xwe ya li hember Îranê nerim dike. Wê rêkeftinê hinek koordînat dane guhertin. DYA dide famkirin, ku li dijî rola Îranê ya çareserkirina problema li Sûrîyeyê dernakeve. Ihtimaleke wisa jî heye, ku di demek nêz de koordînatên Tirkîyeyê jî bêne guhertin.

    Wek tê zanîn li Tirkîyeyê hilbijartineke gelek giring hate derbazkirin û partîya desthilat piranîya mutleq winda kir. Niha jî xebatên sazkirina hikûmeta nû têne meşandin. Hikûmeta nû bêy rizamendîya opozîsyonê nikare sîyaseta derve kifş bike. Ji ber wê yekê, bi ihtimaleke mezin hikûmeta nû ya Tirkîyeyê wê şertên li Sûrîyeyê ji nû ve berbiçav bike û sîyaseta xwe ya Sûrîyeyê de verastkirinan pêk bîne.

    DYA ji ber sîyaseta xwe ya mudaxalekar li Rojhilata Navîn têk çû. Niha jî hewl dide ku bandora xwe ya bi hêz a berê paş de vegerîne. Ew yek jî hinek koordînat, parseng û hevkêşeyan diguherîne. Ew yek ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji bo tewaya sîyaseta derve ya DYA`yê derbasdar e. Desthilatdarîya Obama piştî du salên din bi dawî dibe û dixwaze wan herdu salên dawîyê bi serkeftinan derbaz bike. Ji ber tundrawîya hikûmeta Îsraîlê, Obama li hember wan jî mesafe danîye. Ango, li cîhanê tiştên balkêş diqewimin. Eger rola Tirkîye ya di nav wê hevkêşeyê de bête dîtin û vegera Îranê ya di nav civata navneteweyî bête berbiçavkirin, wê bête famkirin ku li herêmê wê gelek hevkêşe bêne guhertin”.

    Bi heman mijarî:

    Pispora îranî: heger Kongre rêkeftinê red bike, wê nema baweriya Îranê bi DYA bê
    DYA her tim bi awayeke kustexî bersîva alîkarîyên Rûsyayê dide
    Karter: Tevgera Rûsya di rewşa Ûkraynê de jibo DYA surpriz bû
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    DYA hewl dide Rûsyayê tune bike
    Almanya dijî planê DYA yê jibo bicîkirna rêkêtan li Ewropayê ye
    Serokê Pentagonê bawer nake ku têkilyên navbera Rûsya û DYA nêzîk baş bibin
    DYA 450 leşkeran dişîne Iraqê
    Sîyasetmedarê amerîkî: DYA`yê hêza xwe ya sûper winda kir
    Brîtanya amadeye ku roketên nûkleerî yên DYA li xaka xwe bicîbike
    Çapemeniya Kanadî: `DYA şopa Hîtler û Napolyonê dajo`
    Li DYA bernameya şopandina girseyî ya welatiyan tê sekinandin
    Etîketan:
    Sîyaset, Rojhilata Navîn, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de