21:38 24 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne

    © AP Photo/ The website of Islamic State militants
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16710

    Welatiyên YE yên ku ferî jiyaneke bi konfor bûne, ji refên rêxistinê direvin. Di encamê de ew kesana hem ji alîyê organên ewlekariyê û hem ji alîyê hevalên wan yên şer têne lêgerîn.

    Li Sûriye û Îraqê di nav refên DAÎŞ ê de, nêzîkî 20 hezar welatiyên biyanî şer dikin, di nav wan de nêzîkî 6 hezar kes  ewrupî ne. Lê belê gelek ji wan ne amadebûn ku  jiyaneke  bi şert û mercên  spartayê bipejrînin.  Welatiyên YE yên ku ferî jiyaneke bi konfor bûne, ji refên  rêxistinê direvin.  Di encamê de ew kesana  hem ji alîyê organên ewlekariyê û hem ji alîyê hevalên  wan yên şer têne lêgerîn. Hema bêje her kesî çîrokên  tevlêbuna ewrupiyên ciwan ên di nav refên cîhadîyan  ên li Îraq û Sûriyeyê  bihîsti ye.  Lê gelo li ser kesên ku ji jiyana  şerkariya di nav refên  DAÎŞ`ê  de nememnun in çi tê zanîn?

    Li gor hinek daneyan, welatiyê brîtanî yê bi navê Cîhadî Con tê naskirin, refên îslamîstan terk kir ji ber ku ji jiyana wir nerazî bû. Abdel Mecid Abdel Barî yê 24 salî li Rojavayê Londonê ji dayîk buye, di beşdarbûna îdamkirina dîlên di dest DAÎŞ ê ve tê tawanbarkirin.  Berê,  wî xwe wek stranbêjê-repê dida nasîn. Du sal berê Abdel Barî li ser rupela xwe ya Facebookê bang li her kesî dikir ku di kanala wî ya YouTubê de xwe tomar bikin. Piştî mehekê wî ragihand ku ji bo  îslamê ew dest ji muzîkê berdide.  Û niha çawa tê dîtin  Abdel Barî êdî naxwaze jiyana dînî bimeşîne.  Vê gavê ew ji alîyê saziyên îstixbarata Brîtanî û hevalên wî yên şer tê lêgerîn.

    Rojnamevan,  eksperê Rojhilata Navîn Dellî Huseyîn diyar dike ku gelek misilmanên ciwan ku tevlê  refên DAÎŞ ê bûne ji jiyana wê ne razîne.  `Li welatên Rojava misilman di bin guşareke gewre ya hikûmetê de ne. Ji wan lêvenêrîna aspektên dînê wan daxwaz dikin. Ji bilî wê, di nav civakê de antî îslamîzim pêşdikeve.  Ji ber wê çendê, gelek misilman  li benda destekdayîna  umetparêzan dimînin, li gor nêrîna wan, DAÎŞ dikare wê destekê bide`.  Pispor amaje kir û got: `Mixabin gelek  kesên ciwan ku biryar dane bibin terorîst, pir dereng fam dikin ku şaşîtî kirine. Ewana bi awayeke qahîm  bi çanda ewrupî ve girêdayîne, wek numune, iPod û her wekî din. Li vir safbuna wan kesên ku tevlê refên îslamîstan dibin tê diyarkirin`.

    Telekanala RT ji polîsên Londonê daxwaz kir ku çîroka Abdel Barî şîrove bike.  Ji rojnamevanan re  gotin ku ti agahiyên konkret di vê meselê de nînin, lê  ragihandin ku 700 welatiyên brîtanî çûne Sûriyeyê û gelek ji wan tevlê refên DAÎŞ ê bûne.  Her weha  gelek welatiyên Fransayê jî  serdana Rojhilata Navîn kirine û  gera han bi xweşîya wan nehatiye.  

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    DAÎŞ`ê li Afganistanê dest bi şer kir
    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Ewrûpa, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de