07:32 21 Mijdar 2017
Zindî
    Îran

    Vegera Îranê wê bandoreke çawa li bazarên petrolê bike?

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 104 0 0

    Vegera Îranê bandoreke zêde li bazarên petrolê nake, lê dikare roleke wisa bilîze ku di qonaxa demkurt de buhayên petrolê wek berê heta 100-120 dolaran ranebe.

    Piştî imzakirina rêkeftina di navbera Îran û `P5+1`ê, baldarî li ser bazarên petrolê ne. Vegera Îranê ya di nav piyaseya global, dikare buhayê petrolê daxîne.

    Lê, Îran bi wê mijarê ve girêdayî daxuyanîyên bi baldar dide. Wezîrê petrolê yê Îranê Bîjan Zanganeh hêj di meha Hezîranê de ragihandibû, ku ji nû ve di nav bazarên petrolê de cihgirtina Îranê bandorê li buhayên petrolê nake. Endamên OPEC`ê dikarin parên xwe yên hilberandina petrolê daxînin û bi wî awayî ji Îranê re cih vekin.

    Eksperê îranî yê di warê enerjîyê de Ûmûd Şûkrî ragihand, ku di şertên niha de welatên endamên OPEC`ê zû bi zû ji Îranê re cih venakin û niha hilberandina petrola Îranê ne li ser wê astê ye, ku bikaribe bandorê li buhayên petrolê bike:

    "Ji ber ambargoyan kapasîteya hilberandina petrolê ya Îranê daketibû. Di sala 2005`an de petrola dihate hilberandin 4,5 milyon bermîl bûn, lê di sala 2012`yan de ew bareste heta 1,8 milyon bermîlan daket. Di salên 2013 û 2014`yan de ji ber sistbûna ambargoyan kapasîte heta 2,5 milyon bermîlan hate bilindkirin. Rabûna ambargoyan nayê wê wateyê, ku Îran demildest wê vegere bazarên petrolê. Ji ber ku piştî ambargoyan para Îranê di navbera Erebistana Siûdî û Iraqê de hatibû parvekirin. Ew herdu welat jî endamên OPEC`ê ne û zû bi zû dest ji wê avantajê bernadin. Ji ber ku di piyaseya aborîyê de tu kes naxwaze ku para pêşbazê wî ji ya wî zêdetir be. Di demên nêz de buhayên petrolê danakeve.

    Buhayê petrolê ji 50 dolaran kêmtir nabe. Wek tê zanîn ji bilî hilberandin û xerckirinê, faktorên din jî hene yên bandorê li buhayê petrolê dikin. Ji bilî wê jî, pêşîya me zivistan e û daxwazên ji bo petrolê wê zêdetir bin. Li gor nêrîna min, buhayê petrolê wê di navbera 60 û 80 dolaran de bigere. Lê, pêşbînîkirina buhayên petrolê yên sala 2016`yan gelek zehmet e. Ew jî gelek sedeman ve girêdayî ye: rewşa piyaseyan wê çawa be, rewşa li Lîbyayê wê çawa be, Herêma Kurdistanê wê kapasîteya xwe çiqas zêde bike, rewşa petrola ku ji alîyê DAÎŞ`ê ve tê firotin wê çawa be  em nizanin. Gereke ew faktor bêne berbiçavkirin". 

    Rêvebirê Navenda Lêkolînên Ewlekarîya Enerjîyê ya Sazîya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk Hasan Selîm Ozertem wisa difikire ku vegera Îranê ya ji bo bazarên petrolê, wê li ser buhayê petrolê roleke giring bilîze:

    "Guftogoyên di navbera welatên P5+1 û Îranê de ew li dora salekê ye bandoreke erênî li piyaseyên petrolê dikin. Bi taybet jî bendewarîyên pozîstîv ên encamên guftûgoyan bûne sedemê arambûna pîyaseyên petrolê. Lê, piştî imzakirina rêkeftinê wê rewşa li piyaseyan çawa be, em nizanin. Wisa dîyar e, ku ji nû ve di nav bazarên petrolê de cihgirtina Îranê wê pêşî li rabûna buhayên petrolê bigire. Ji ber ku Îran xwe amade dike ku ji bilî baresteya hildiberîne, 1,5 milyon bermîlên din jî rojane li kapasîteya xwe zêde bike. Ji bo zêdekirina kapasîteya hilberandina petrola Îranê, pêwistî bi razemenîyên demdirêj heye. Ew yek jî giring e ka Îran wê derbazî kîjan bazaran bibe. Ji ber ku piştî ji alîyê DYA`yê ve hilberandina petrola şeyl, para welatên Kendava Farisîyê ya di nav bazarên Amerîkayê kêmtir bû û ji ber wê jî berê xwe dane bazarên Asyayê û kontratên giring imza kirin. Di pêşerojê de Îran di nav wê bazara tuje de wê ji xwe re çawa holê veke, ew yek jî giring e.

    Gereke ew yek jî bête destnîşankirin, ku di bajazaran de wê rehetîyeke pendî peyda bibe. Di serî de li herêma Derya Spî, li gelek bazaran de buhayên petrolê dikarin dakevin. Lê, ewê nebe daketineke mezin a global. Ji ber ku welatên endamên OPEC`ê rewşê ji nêz ve dişopînin û di navebra wan de lihevkirinek heye, ku buhayên petrolê di navbera 50 û 70 dolaran de bimîne. Welatên endamên OPEC`ê zû bi zû ji Îranê re cih venakin, ji ber ku daketina buhayên petrolê, di serî de Erebistana Siûdî, wê barê li ser bûtçeya welatên herêmê girantir bike. Ji ber wê yekê, ewê hewl nedin ku baresteya hilberandina petrola xwe kêm bikin. Vegera Îranê bandoreke zêde li bazarên petrolê nake, lê dikare roleke wisa bilîze ku di qonaxa demkurt de buhayên petrolê wek berê heta 100-120 dolaran ranebe".

    Bi heman mijarî:

    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Etîketan:
    OPEC, Petrol, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de