21:38 24 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Afganistanê

    715 milyard jibo şerê li Afganistanê

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Rêxistina lêkolînê ya ne hikumî ya Amerîkayê ` National Priorities Project` radighîne ku ji sala 2001-ê ve heta dema niha Amerîka nêzîkî 715 milyard dolar li opêrasyonên şerî li Afganistanê serf kirye.

    Li gorî zanyariyên hatine çapkirin, mesrefa li kompaniya afganî di sala 2015-an de bêtir ji 35 milyard dolarî bû, her seetek ji şerê li Afganistanê bi 4 milyon dolar li ser welatiyên Amerîkayê dikelife. Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku perên li kompaniyên şer tên serfkirin, hîn bêtir in. 

    Kêfa tu-kesî ji şer  re nayê, bi taybetî afganiyên ku êdî di 20-30 salên dawîn de jiber çend şeran westiyane. Gelek hemwelatiyên Afganistanê piştgirtiya opêrasyona jibo xistina desthilata Talîban kirin. Lê, niha deme derket ku zora talîban naçe, li xaka Afganistanê rêxistinek terorîstî din-DAÎŞ peydabû.

    Rewşa li derdora hilberîna narkotîkan li welêt jî zehmet bû. Ji aliyê teorîk ve, di mercên ku li xaka welêt bi hezaran leşkerên biyanî hene, asta gefa narkotîkan gerek nizm biba, lê Afganistan di 12 salên dawîn de bi aliyê arasta ters ve diçe. Li gorî amarên fermi yên wezareta karên hindur ya Afganistanê, di sala 2013-an de çandiniya narkotîkan bi 36% jiber sala 2012-an zêde bû. Bi vî awayî, Afganistan mezintirîn hilberê narokatîan li cîhanê ye.

    Endamê `Partiya Piştevaniya Afganistanê` li Kabûlê Hafiz Rasex di hevpeyvîna xwe bi Sputnik Darî re got ku `amerîkî yek ji sozên xwe jî pêknanî ne. Sedema vê yekê jî mirov fam nake bê çiye, ne xasim di demên pêşîn de baweriya bi hêzên navnetewî li Afganistanê pir bilind bû`

    Ji bilî rizgarkirna Afganistanê ji tevgera Talîban û `El-Qaidê`  di sala 2001-ê de, amerîkanan yek ji sozên xwe jî pêknanî ne. Tev ku nayê famkirin bê çi sedema vê ne pêkanînê ye, ne xasim di qonaxên pêşîn de baweriya bi wan li Afganistanê pir bilind bû û heger bi rastî bixwestina, dikarîbûn her tiştî bidestxînin. Lê niha mirov dikare derbarê çi bidestxistinan biaxive, dema rewşa li welêt her û her pîstir dibe? Li gorî raporên rêxistinên navnetewî, bi milyarên dolaran li Afganistanê tên razandin. Ez karim bêjim ku ev pere ji Afganistanê re tên şandin, lê tu-kes nizane ew dikevin kijan bêrîkê. Çi bi van milyardan hatine avakirin? Li welêt bêkarî zêdedibe, jimara kesên ne tenê hejar, lê pir hejar êdî mirov ditirsîne. Çandinî pêşnakeve, tew derbarê pişekariyê ne pêwîste mirov biaxive.

    Em bibîrtînin ku meha borî mufetişê giştî yê taybet yê Amerîkayê  jibo ji nû ve avakirna Afganistanê(SIGAR) John Sopko siyaseta welatê xwe di arasta afganî de rexne kir. rapora Pentagon ya di nîvê meha hezîranê de hatibû çapkirin destnîşandike ku hêzên Afganistanê nikarin ewledariyê li Afganistanê misoger bikin. Pentagon mukir tê ku jibo çareserkirna problêmên niha yên Afganistanê, piştgirtiya derve çend salên din jî pêwîste.

    Bi heman mijarî:

    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de