16:56 21 Mijdar 2017
Zindî
    Bernama atoma Îranê

    Husên Yezdan Pena : Rêkeftina di navbera Îran û P5+1 ne serkeftin e

    © AFP 2017/ Joe Klamar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 171 0 0

    Serokê Amerîka Barak Obama hinekî lawaz bû li hember rêkeftinê û pêwîst bû alîyeke rêketinê bi taybet li ser pirsgrêkên azadîya mirovan, mafên netewe û proseya demokrasîyê li Îranê ban.

    Husên Yezdan Pena cîgirê serokê Partîya Azadî ya Kurd li Îranê anku li Rojhilata Kurdistanê (PAK)  sebaret rêkeftina nukleerî ya ku di van rojan de di navbera Hikûmeta Îran û her pênç welatên endamên herdemî  yên Civata Ewlekarîyê ya NY  û Almanyayê ragihand ku``Ew rêkeftin niha li ser kaxez hatîye îmzakirin û hinekî  zehmete ku bikarin bêjîn di pêşerojê de wê çi encaman bide``.

    Husên Yezdan Pena bo Sputnîk Kurdistan dîyar kir ku "Li ser asta navdewletî ev rêkeftine dibe sedema kêmkirina guvaşên navdewletî li ser Îranê, lê rewşa sîyasî bo alîyên berhelistkarên Tehranê dibe ku hinekî baş nebe, ji ber ku navendên biryarê li cîhanê bêtir mijûlî cîbcîkirina rêkeftinî dibin û di heman demê de wê derfetek bi desthelatdarên Îranê bide bêtir bikarin azadîya maf û demokrasyê bertesik bikin, opozîsyonkaran tepeser bikin bi taybet jî neteweyên bindest ên wek neteweya kurd li Îranê``.

    Husên Yezdan Pena Her weha  xuya kir ku gelên Îranê omîdek bi rêketinê heye ji bo ku bibe sedema baştirkirina rewşa aborîya Îranê. Ji ber ku sizayên aborî hinekî kartêkirin hebûye liser lawazkirina rewşa aborî, lê belê Hikumeta Iranê bi  xwe kirîzên aborî ji bo gelên îranî saz dike.

    Husên Yezdan Pena tekez li ser wê yekê kir ku rêkeftin bêtir di berjewendîya desthilatdarîya Tehranê de ye, ji ber ku desthilat rêkeftinê bi destkeftyek pir mezin ji xwe re dizanin û bi gelên Iranê re dibêjn me welatên mezin neçar kirin ku rêkeftinê bikin û me bo  wan selmand ku bernameya navokî ya Îranê bo karubarên medenî û sivîl e, lê ne ku ji bo karên leşkerî, ji alîyê din wê çarçoveya azadî, maf û demokrasyê di hundirê Îranê de zêdetir deng bikin.

    Cîgirê serokê Partîya Azadî ya Kurd got: ``Serokê Amerîka Barak Obama hinekî lawaz bû li hember rêkeftinê û pêwîst bû alîyekê rêketinê taybet li ser pirsgrêkên azadîya mirovan, mafên netewe û proseya demokrasîyê li Îranê ban``.

    Bi heman mijarî:

    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Etîketan:
    Rêkeftin, P5+1, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de