08:32 22 Mijdar 2017
Zindî
    Bernama atoma Îranê

    Di pêwendiyên Îranê û welatên mezin de qonaxa nû

    © AFP 2017/ Joe Klamar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Li gor gotinên Hesen Ruhanî, Îran 23 mehan li benda vê rojê bu û ev roj hat. Welatên mezin û Îran derbazî asta nû ya pêbaweriyê bûn û peymana dosya nukleerî ya Îranê îmze kirin.

    Pisporên ku ji alî  Sputnîk Persian ve hatibûn lêpirsîn, wetaya peymana han bi bilindî nirxandin.  Em nêrîna wan pêşkêşî we dikin.

    Li ser vê mijarê siyasetzanê bi nav û deng yê Îranê pisporê pirsgrêkên Rojhilata Navîn, şef-rêdaktorê ajansa Îranê ya nûçeyan MehrNews Hesen Xanîzadê wisa tekez kir:

    “Proseya gotubêjan di navera Îran û `koma 5+1` ya navbeynkarên navneteweyî li ser bernameya nukleerî ya Îranê 12 salan dewam kir. Di 22 mehên dawî de gotubêj pêşketin û berhemdar bûn, di encamê de ew gihişte fînîşa xwe – peymaneke giştî di navbera Îranê û `koma 5+1` hate bi destxistin`.  Bêguman peymana navborî ji bo Îranê ne tenê bûyereke dîrokî, lê her weha serkeftineke dîplomasiyê ye. Ji ber ku di encamê de welatên `koma 5+1` mafê qanunî yê Îranê di warê arastekirina atomê de pejirandin. Îran bi munesebeta vê rojê amadekariyan dike ku ev  serkeftina xwe ya  di dîrokî pîroz bike. Her wiha di rojên pêş de  gereke civîna Civata Ewlekariya  NY bê lidarxistin. Di civînê de biryarnameya  ku pêkanîna peymana destxistî berpêş dike wê bête pejrandin.  Her wiha wê li ser bernameya rakirina ambargoyan yên li dijî Îranê  hatibûn sepandin, belgê derxînin. Tê payîn ku di demeke nêzîk de wê partneriya bazirganî- aborî ya Îranê bi gelek dewletan ve pêş bikeve.  Her wiha tê pêşbînîkirin ku pirsgrêkên din yên global û herêmî yên wek  tekoşîna li dijî terorîzmê di rêjîma lez de bêne çareserkirin. Îranê diyar kir ku amadeye li gor hiquqa navneteweyî  ji bo hedefên giştî di her astê de bi raya giştî re hevkariyê bike”.

    Bervêderê me yên din, şîrovekarê kanala Press TV ya bi zimanê înglîzî Hesen Bexeştîpûr jî wisa ragihand:

    “Belê, di rastiyê de ev proseya demdirêj bi serkeftinê xelaz bu. Hatibu îsbatkirin ku siyaseta dîyalog û hevkariyê  bi şêwazên xwe ji siyaseta rikberiyê berhemdartir e.  Di navbera du salên dawîyê de, şikur di proseya gotubêjan de siyaseta hevkariyê hatiye bikaranîn û encama wê ya dawîyê destxistina peymanê ye. Em nikarin bêjin ku peymana han li dijî berjewendiyên beşdarvanên  proseyê nîne. Belge  di encamê de pêkanîna mekanîzmayên çareseriyê yên ku bi hevre pejrandine berpêş dike.  Bi gotneke din, îmzekirina vê peymanê bu vekirina deriyê cîhana nû ya hevkariyê û hevbaweriyê”.

    Nêrîna şîrovekarê siyasî ya portala Îranê IranianPolicy.net Sadcad Tayerî:

    İran ile nükleer müzakereler
    © REUTERS/ Brendan Smialowski

    “Di van salên dawî  de, em di proseya gotubêjên bernameya nukleerî ya Îranê de gelek pêşde çûn. Destxistina peymanê diyardike ku aliyên gotubêjê amadene hemû metirsî û nebawerîyan tune bikin. Peymana hatî bi destxistin ne tenê  herêmî, lê her wiha ew xwedî  karektereke  gilobal e. Li gor nêrîna min peymana Viyanayê nabe belgeya yekane ya di navbera Îran û welatên gewre de, di pêşerojê de belgeyên din yên girîng wê bêne pejirandin. Hemû pirsgirêk  nemimkun e bi carekê ve bi riya peymanekê bêne çareserkirin. Di nav pirsgrêkên neçareserkirî de ambargoya di warê leşkerî û berevanîyê hîn maye. Bêtir  pirsa dabînkirina cebilxane ji bo Îranê ya li  gor  kontrakta leşkerî a bi Rûsya re hatibû îmzekirin   û ji  ber  sepandina ambargoyan hatibû rawestandin. Li gor hizra min,  peymana navborî platformeke sûdmend e ji bo destpêkirina hevkarîya berhemdar a di navbera Îran û Rojavayê û  di nav de jî bi koma  welatên `5+1`  re”.

    Bi heman mijarî:

    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Etîketan:
    Bernameya Nukleerî, Encam, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de