17:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’

    © Foto: AA/Kayhan Ozer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 101 0 0

    Nivîskar û Şîrovegerê Kurd Fehîm Işık dibêje Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kolîsyonek bê damezirandin û wisa dixwaze ku carek din hilbijartin çê bibe û AKP bi tena serê xwe bibe hikûmet.

    Fehîm Işık  niqaşên li ser  koalisyonek nû  axivî u got ku piştî ku meclis dest bi karên xwe kir, dû ihtimal derketin pêş. Yek ji wan koalisyona  bi CHP  re, ya din jî koalisyona bi MHP re, lê her dû partî jî, ji bo ku bi AKP re koalisyon pêk bînin şartên wan hene ji ber vê yekê jî demezrandina koalisyonek nû li Tirkiyeyê zêde hesan nîne.  Işık diyar kir ku AKP di  hevdîtinan de bi CHP re li hev bike wê bi CHP re koalisyon pêk bîne.  Eger ev yek pêk neye ihtimalek mezine ku AKP ji bo hilbijartinek pêş wext bi  MHP re koalisyonek pêk bîne.  Tê xuya kirin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan naxwaze ku kolisyonek bê damezirandin wisa dixwaze ku carek din hilbijartin çê bibe û AKP bi tena serê xwe bibe hikûmet. Ji bo vê yekê jî hewld dide. Işık da xuya kirin ku di rewşa niha de ne mumkune ku AKPû HDP bi hev re koalisyon ava bikin.

    Parlamentoya Tirkiyeyê
    © REUTERS/ Umit Bektas
     

    Işık da di derbarê beyannama KCK de axivî û wiha got: ‘’ Dema ku  pêvajoya çareseriyê dest pê kir, hikûmeta Tirkiye gavên pewist ne avet, ji dêvla ku agirbestê heyî tayîn bike, hin gavên ne di cîda avêt. Xwast qarekolan çê bike.  Gelek bendavên ku ji bo pêk anîna hezên askerî li Kurdîstanê çêkir. Kesî ne dixwast ku bi vî awayî gav bên avêtin. Bêriya hilbijartinê 2 mahan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip  Erdoğan bi tundî êrişê pêvajoya aşitiyê kir.  Bi awayekî ne fermî pêvajoya aşitiyê qedand û piştî hilbijartinê arteşa Tirkiyê li Kuridistanê dest bi tevegerê kir. Held dan ku heremên ku gerilla lê hene, eriş bikin. KCK bi vê beyanamê hikûmeta  Tirkiyê îkaz dike, ne ko agirbest bi dawî kiriye. KCK eşkere kir ku hewldanên pêşiya  agirbestê berdawam bike, ewê jî li himber van êrişan mafên xweyî parastinê bi kar bîne.’’

    Di dawiya axaftina xwe de Işık anî ziman ku hewldanên leşkerî ku li bakurê Kurdistanê diqewimin ji bo pêşerojê xeterek derdixe holê ji bo vê yekê jî  divê sîyasetmedarên Tirkiyeyê  hewl bidin ku  hewldanê leşkerî bigrin û divê hikûmet hin gavan biavêje ku pêvajoya aşitiyê li ciyê maye berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Di têkilîyên Tirkîye û Brezîlyayê de `Kahûra Jenosîdê`
    Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke pêbawer nîne
    Perspektîvên navbeynkarîya hevbeş a Tirkîye û Îranê
    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`
    Etîketan:
    Koalîsyon, Nêrîn, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de