03:56 21 Mijdar 2017
Zindî
    Patrîot sîstema bergirîya hewayî

    Patrîot ji bo Tirkîyeyê mîsogerîya ewlekarîyêne yan faktora rîskan?

    © REUTERS/ Franciszek Mazur/Agencja Gazeta
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Sîstema Patrîot a li ser sînorê Tirkîye-Sûrîyeyê hatî bi cihkirin, rast bi êrişa hacker hat

    Li gor kovara alman Behorden Spiegelê, sîstema bergirîya hewayî ya Patrîot a almanan a li ser sînorê Tirkîye-Sûrîyeyê hatî bi cihkirin, rast bi êrişa hacker hat. Li gor îdayan, sîstemê piştî êrişan, fermanên ne hatinî famkirin sepandine.

    Piştî wê bûyerê nîqaşkirina ewlekarîya Patrîotan kete rojevê.  Patrîot xwedî kîjan rîskan in? Tirkîye ji bo çi hewceyê wê sîstemê ye? Ew patrîot çiqas dikarin ewlekarîya Tirkîyeyê dabîn bikin?

    Seroka Beşa Têkilîyên Navneteweyî ya Zanîngeha Ûfûk a Enqereyê Oya Akgonençê nêrînên xwe yên li ser wê mijarê ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re wisa ragihand:

    “Dema Patrîot ber bi Tirkîyeyê ve hatin, me hemûyan ew tişt digot: Patrîotan daxwaza rakirina roketên din kir, Ango yek ji şertan ew bû. Roketên din bi 360 dereceyan dizivirîn û tevgera hemû objeyan dişopandin. Lê, Patrîot tenê ji bo alîyekê têne arastekirin û nikarin bizivirin. Dema em li şêweya bi cihkirinê dinêrin, em dibînin ku ber bi rojhilatê ve hatine arastekirin, ango ber bi alîyê Îranê ve. Lê, tehdîdên gengaz ên ji başûr nehatine berbiçavkirin. Li alîyê başûr zêdetir tehdîd hene, lê Patrîot ji bo wan ne amade ne.

    Me ji roja ewil de wisa got: ew Patrîot di pêşerojê de wê ji me re serêşîyan çê bikin. Niha jî em dibînin ku hinek ferman têne dan. Wateya wê jî ew e, ku di dest hêzên din de rayeyên dana fermanan heye. Ew yek jî gelek xeter e. Ew Patrîot ji bo armancên pendî li ser xaka me hatine bi cihkirin, lê niha hinek fermanên din têne dayîn. Ew yek jî dibe sedemê gumanan: hedefên resen kî û çi ne? Dema kontrol di dest bîyanîyan de be, rîskên wê jî her tim wê hebin”.

    Bi heman mijarî:

    Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke pêbawer nîne
    Perspektîvên navbeynkarîya hevbeş a Tirkîye û Îranê
    DAIŞ di salekê de 3 hezar sûrî îdam kirine
    NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
    31 grûpên sûrî hewlên De Mistura red dikin
    Etîketan:
    Êriş, Patriot, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de