03:33 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    DAIŞê 104 jin sinet kirin

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Rêxistina DAIŞê îro li Mûsilê 104 jin sinet kirin.

    Berpirsê Ragihandina şaxê 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seîd Memûzînî ji Rûdawê re ragihand ku Yekîneya El Xensa ya ser bi rêxistina DAIŞê ve, bi fermana xelifeyê DAIŞê Ebubekîr El Bexdadî, li Mûsilê 104 jin sinet kirin.

    Seîd Memûzînî herwiha diyar kir, ji ber sedema ku sê xortan bi telefonê wêneyên bajêr kişandibûn, çekdarên DAIŞê ew li Qada Babil Top li navenda bajarê Mûsilê li ber çavên welatiyên serjêkirin.

    Memûzînî da zanîn, rêxstina DAIŞê 41 çekdarên xwe ku ji Rûmadî û Bêcî ji ber şer reviyabûn, li Mûsilê dan ber guleyan û kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Mûsil- DAIŞ nimêja cejnê qedexe kir
    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de