07:21 26 Gulan 2018
Artêşa Îraqê

158 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

© AP Photo / Khalid Mohammed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Iraqê 158 çekdarên DAIŞê li rojavayê parêzgeha Enbarê kuştin û 27 otomobîlên wan jî têk birin.

Fermandarê Operasyonên Cezîre û Badiye ya Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên me di nava 5 û 10ê vê mehê 158 terorîstên DAIŞê kuştine û 27 otomobîlîn wê rêxistinê li rojavayê Enbarê têk birin. Herwiha bombeyên di nava 17 malan de hatine pûçkirin.`

Duhî serê sibehê seet 05:00 operasyona Enbarê bi fermî û bi awayekî berfireh dest pê kir. Hêzên artêşê, hêzên ewlehiyê, hêza Heşdul Şeibî û çekdarên eşîran tevlî opêrasyonê bûne û şerê DAIŞê dikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku `hêzên Iraqê ji çend aliyan ve pêşde çûne.`

Lê çavkaniyên wê barêzgehê dibêjin, `hêzên Iraqê ti pêşdeçûneke wisa mezin nekirine û heta niha ti encamek di şer de bi dest neanîne.`

Hêzên asmanî û balafirên şer ên Iraqê bombebarana navend û çeperên DAIŞê li bajarê Felluceyê berdewamdikin.

Çavdêr dibêjin nêzîkî % 85 ji axa wê parêzgehê di destê DAIŞê de ye. Felluce ji beriya salekê ve di destê DAIŞê de ye û bajarê Rumadî jî beriya 2 mehan bi temamî ket destê wê rêxistinê de.

Bi heman mijarî:

Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
Etîketan:
Îraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de