00:06 21 Mijdar 2017
Zindî
    Aleksey Pushkov

    Puşkov: Rûsya wê tevlî hevpeymana dijî DAÎŞê nebe

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1401

    Serokê komîta têkilyên derve ya Parlamentoyê Rûsyayê-Koşka Jêr Aleksey Puşkov di konfêransekî rojnemevanî de li avahiya Ajansa Navnetewî a Nûçeyan` Rûsya Îroyî` ragihand ku ne pêwîste Rûsya tevlî hevpeymaniya dijî DAÎŞê bibe, jiber ew tekoşînek biker û rasteqîn bi çekdarên DAÎŞê re nake.

    Puşkov got ku `jibo yek tev li hevpeymanê bibe divê bibawer be ku ew bi rastî tekoşînê bi DAÎŞê re dike. Îro gelek çavdêrên, ne tenê rûsî, dibînin ku hevpeyman bi şêwekî rast  tekoşînê bi DAÎŞê re nake. Îja dema ev koalîsyona ne bi awakî rasteqîn tekoşînê dike, çima gelo yek tevlî wê bibe?`

    `DAÎŞ encamê siyaseta Amerîkayê li Rojhilata Navîn e. Gumanek pir cedî heye ku Amerîka dixwaze DAÎŞ di armancên xwe yên taybet de bikarbîne. Kîjan? Serete di xistina hikumeta Beşar Esed de`.

    Wek Puşkov dibêje, Amerîka an hesabên encamên siyasetek wisa nake, an jî kaos û bêaramiyê dirust dike jibo bihêle ku Waşington gerwerziyê di nav hêzên siyasî yên li Rojhilata navîn de bike daku ew di planê ewledariyê de pêv girêdayî bin.

    Etîketan:
    Rojhilata Navin, Bakurê Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de