03:49 21 Mijdar 2017
Zindî
    Reqa

    Kurd ji Reqayê hatin vederkirin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Malpera ErebiyeNet raporek liser rewşa Kurdan li Reqayê belav kir û da zanîn ku di destpêka raperîna Suriyê de nêzîkê 400 hezar Kurd li Reqayê hebûn lê niha Kurd li vî bajarî nemane.

    Yek ji çalakvanên medenî yê Reqayê Ebubekir Mexrîbî di vê raporê de dibêje ku `DAIŞ’ê Kurdên Reqayê bi piştevanî û alîkariya hêzên Kurd û hevpeymaniya navdewletî tometbar dikir. 72 demjimêr wext da wan daku bajêr bicîh bihêlin. Ji wan re got ku ewên li bajêr bimînin wê bêne girtin. Pirraniya Kurdên bajêr an çûne aliyê bakûrê welat (Rojava) an jî çûne aliyê Tedmûrê.`

    Mexrîbî diyar dike ku piştî wextê hatibû diyarkirin xilasbû, çekdarên rêxistinê di nav bajêr de ketine pey Kurdan, daku wan peyda bikin û ceza bikin.`

    Di raporê de tê gotin ku beriya destpêka raperîna Suriyê 25 ji sedî ji şêniyên Reqayê Kurd bûn, naverastê bajêr û her wiha pirraniya taxên weke Endulus, Rumêle, Qitar û Dirîye Kurd bûn. 


    Bi heman mijarî:

    Bexdadî biryara rêya Reqa û Mûsilê da
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de