07:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Petrol

    Kurdistan derbazî xwefînasekirênê bu

    © Fotolia/ Edelweiss
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 6901

    Rawestandina fînansekirina Herêmê ji bûtçeya federal di sala 2013`yan de bu derbeyeke mezin ji bo herêmê û heya sala 2015 jî fînansekirin nehate vejandin.

    Ji destpêka meha Temmuzê  şîrketa petrolê ya federal  bi riya xeta Kurdistanê, eksporta neftê pêktîne  û di  rojê 150  hezar bermîl  hinarde dike. Ew tê wê manê ku peymana di navbera Hewlêr û Bexdadê  ya ku roja 2`ê meha Kanuna Pêşîn a sala 2014 hatibu imzakirin, hatiye betal kirin. Ji bilî wê, hikumeta Herêma Kurdistanê de fakto  eksporta  petrola  Kerkukê kiriye bin kontrola xwe. Roja  8`ê Temmuzê  serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li Kerkukê ragihand ku ev bajar ya kurda ye û pêwîst e her tişt bê kirin ku bajar nekeve destê dujmin.

    Rawestandina peymanê gaveke mecburî ya Herêma Kurdistanê ye,  herêm ji meha Sibata sala 2014 ve ji bûtceya federal peran wernagire. Li gor ragihandina wezîrê samanên siruştî yê Kurdistanê Aştî Hawramî, li gor peymana Kanuna Pêşîn ji buceta Fedeal ne zêdetirî sê parî pere hatine veqetandin. Bexdad tekez dike ku ji ber ketina nirxê petrolê li cîhanê,  pere têrê nakin. Li gor nêrîna serokwezîrê Îraqê El Ebadî ev bu sedem ku para Kurdistanê ji buceya Federal di sala 2015  kêm bibe. Lê herêm êdî bi pereyên din xwe dida jiyan kirin: di sala 2012 dahatuya wê 12 milyar dolar bu (di sala 2003 dahatuya herêmê 100 milyon dolar bu).  Rawestandina fînansekirina Herêmê ji buceya federal di sala 2013`yan de bu derbeyeke mezin ji bo herêmê û heya sala 2015 jî fînansekirin nehate vejandin. Rewşa han mecbur kir ku hukumeta Herêma Kurdistanê riyên xwe yên standina dahatuyan bigerin. Ji ber ku herêm ji dahatuyên petrolê bêpar dima û krîza fînansî  Kurdistan wergirt. Tevî wê, herêm bi van sermîyanan ve li hember  DAÎŞ ê şer dike. Her ciqas metirsiya şer ji Hewlêrê durketiye jî,  metirsî kêm nabe. Ji bo ku erdê Herêma Kurdistanê ji DAÎŞ ê bê paqijkirin û mercên aşîtî bêne garantî kirin sermîyanên mezin pêwîstin. Deynên  Herêma Kurdistanê ji bo şîrketên petrolê digêje 3 miliar dolaran, ew dikare bibe sedema daketina deranîna petrolê. Ji bilî wê deynê herêmê yên hundur jî mezine.  Li Herêmê zêdetirî 8 hezar proje hatine rawestandin. Li erdê wê zêdetirî 1,5 miliyon penaberên Surî û yên ji herêmên ereban yên  Îraqê kombune.  Her wiha pirsgrêka fînansekirina wîlayeta Kerkukê heye di nav de herêmên Nînevayê jî destekirina jiyana wan, li ser milê Herêma Kurdistanê dimîne. Tabî budceya Herêma Kurdistanê nikare hertiştî rake. Hewildana lihevkirinê bi Bexdayê re ti encam nehanî. Rewş bi xetere. Li ser vê esasê li herêmê proseyên siyasî tujtir bune. Li gor hilsengandinên  cuda,  deranîna petrolê li herêmê digîje  nêzîkî yek milyon bermîl di rojê de û di nav de petrola Kerkukl jî heye. Rêzek şîrketên petrolê ji bo pêwîstiyên herêmê  amadene pereyên mezin ji herêmê re  veqetînin. Rewşa han hîşt ku Herêma Kurdistanê derbazî firotana raste rast ya petrolê bi û şîrketa federal `COMO` agahdar neke. Hereketên xwe Herêma Kurdistanê bi xala 3 qanuna 11 ya  makazagona Îraqê ve grêdide. Li gor wê xalê `Heger aliyek erkên xwe yên hinardekirina petrolê pêkneyene yan jî terxankirina fînansî li gor peymana buceyê neke, wê demê alî din bi hinardekirina petrolê  û terxankirina fînansî ve ne erkdare`.


    Parlamentarê Herêma Kurdistanê Şvann Şeyx Ahmed li ser vê mijarê nêrîna xwe wisa anî ziman:

    “Berî şeş mehan hikumeta Herêma Kurdistanê bi hukumeta navendîva li ser şertên eksporta petrolê  lihev kiribun. Hewlêr  razîbu ku di sala 2015 ji bo eksportê bi riya şîrketa Îraqî ya dewletê `COMO` 550 hezar bermîl di rojêde hinarde bike. Li berdêla wê, Bexdad sozda ku her meh ji buceya federal miliyar dolar ji Herêmê re veqetîne`.  Lê belê Bexda soza xwe pêk ne anî. Di ecamê de herêma kurdan tuşî gelek pirsgrêkên fînansî bu, bêtir pirsgrêkên maaşên fermanberan, ji ber wê çendê hukumetê biryar girt ku bi xwe petrolê  bifiroşe.  Petrol di nav de ya Kerkukê bi riya bendera tirkî Ceyhanê bê firotan. Tirkiye ji alî xwe ve tekez kir ku ew ji bo frotana petrola Herêma Kurdistanê astengiyan dernexîne. Gelek dewlet dixwezin petrola kurdan bikirin û perên wan heman derbazî buceya Herêmê bin`. Hereketên Hewlêrê wê di pêşerojê de bibin sedemên skandala gewre.  Wê nakokî derdora pirsa Kerkukê derkeve holê. Tevî wê, li Kurdistanê hêvîdikin ku bi Bexdayê re bê lihevkirin”. Wekî din vê gavê pirsa Serxwebunê nayê nîqaş kirin, axaftin li ser pirsa `parvekirina dahatuyên  ji milk` tê kirin. Herêma Kurdistanê hêvî dike ku ji 60 welatên koalîsiyonê  yên ku bi DAŞÎ ê re şer dikin,  destekê bidine wê: ewana pirsgrêkên Herêma Kurdistanê femdikin  û amadene destekê bidin ku nakokî derbazî şerê leşkerî nebin. Ji bo Herêmê çareserkirina pirsgrêkê bi riya aşîtî her ciqas dirêj bike jî sudmende. Ji bilî wê, Herêm baware ku Bexdad nikare firotana petrolê wek di sala 2013  biloke bike. Herêma Kurdistanê hêviyên mezin bi  pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, ku îro dibin pêwendiyên kilît girê dide. Û di pêşerojê de wê dem bibe dema Hewlêrê.

    Bi heman mijarî:

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Nakokî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de