05:51 21 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê yê berê Siûd Feysel

    Piştî 40 sal wezîrtî wefat kir

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyeyê yê berê Siûd Feysel di temenê 75 saliyê de koça dawî kir.

    Siûd Feysel ji sala 1975an û heya meha Nîsan a îsal wezîrê derve yê Siûdiyeyê bû.

    Siûd Feysel di 29ê meha Nîsan a îsal (2015an) de dest ji kar berda û Şahê Erebistanê, Şah Selman jî dest ji kar berdana wî qebûl kir û li cihê wî Balyozê berê yê wî welatî li Washingtonê Ehmed El Cubîeyr wek wezîrê derve yê nû destnîşan kir.

    Siûd Feysel ku bo dema 40 salî di kursiyê wezareta derve ya Siûdiyeyê de kar dikir, piştî 2.5 mehan jiyana xwe ji dest da.

    Feysel berî di daxuyaniyekê de gotibû, tişta herî biêş û xemgînî ji wî re ew e ku di heyama karkirina wî de, dewleta Felestînê nehat damezrandin.

    Feysel, ji ber rewşa wî ya saxlemiyê, Şah Selman bi awayeke sembolîk ew wek şêwirmendê karûbarên derve yê xwe destnîşan kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Teqînek xwkujî li Erebistana Siûdiyê
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de