18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    Îran

    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Piştgirîya fînansî ya Îranê ya ji bo Sûrîyeyê, piştgirîya enîya li dijî terorîzmê ye. Ji bo Îranê ew yek deyneke pîroz e û wê li hember hemû tehdîdên terorîstî yên li herêmê bisekine

    Li gor ragihandina ajansa înformasyonê SANA`yê, serokê Sûrîyeyê Beşar Esad roja sêşemê biryarnameya ji Îranê wergirtina kredîya bi baresteya 1 milyar dolarî imza kir.

    Berê wê jî, di sala 2012`yan de Îranê 3, 6 milyar dolar kredî dabû Sûrîyeyê. Sûrîyeyê ji ber şerê navxweyî windahîyên gelek mezin dane. Li gor daneyên weşana `El-Erebîye``yê, ku xwe dispêre Navenda Lêkolînên Sîyasî ya Sûrîyeyê, zîyana Sûrîyeyê ya 4 salên dawîyê 202, 6 milyar dolar in. Keresata mirovahî ya li wî welatî gelek mezin û erjeng e. Sûrîye hewceyê alîkarîya fînansî û mirovî ye. Tehran her tim ji bo alîkarîya Şamê amade ye.

    Li gor gotinên Beşar Esad kredîya nû ya ji Îranê tê wergirtin, wê ji bo pêwistîyên jîyanî yên sereke bêne xerckirin.

    Eksperê îranî, edîtorê rojnameya `Îran Press`ê Emad Abşenas derbarê alîkarîya Îranê ya ji bo Sûrîyeyê ji peyamnêrê Spûtnîk Persîanê re wisa ragihand:

    “Hêjayê bidestnîşankirinê ye, ku alîkarîya ji bo gelê Sûrîyeyê tê kirin, ne tenê bi dana pereyan ve sînordarkirî ye. Îran her weha alîkarîya teknîkî jî dide Sûrîyeyê. Îran her tim ji bo alîkarîya gelê Sûrîyeyê vekirî ye. Ji ber ku ew ji bo Îranê wek razîkirina deynê moralî ye. Her kes baş dizane, ku di dema şerê Îran-Iraqê de Sûrîyeyê alîkarîyeke mezin dabû gelê Îranê. Niha jî dora me ye, ku em bi awayeke hêja bersîva wê alîkarîyê bidin”.

    Îran hem bi rîya rêxistinên navneteweyî û hem jî bi rîya fona hikûmî ``Şahid``ê û her weha bi destûra ``Hizbullah``a lubnanî ji penaberên sûrîyeyê yên li kampên li Lubnanê re alîkarîya mirovî dişîne. Elbet welatên ewrûpî jî alîkarîya penaberên Sûrîyeyê dikin.

    Krîza li Sûrîyeyê ne tenê problema navxweyî ya wî welatî ye, Gereke hemû welat alîkarîya gelê Sûrîyeyê bikin. Îran ji ber ambargoyên navneteweyî nikare zêdetir alîkarîyê bide Sûrîyeyê. Ji ber wê yekê niha Îran tenê dikare 1 milyar dolaran wek kredî bide wî welatî.

    Şewirmendê serokê meclîsa Îranê Huseyîn Şêyxulîslam jî ji peyamnêrê Spûtnîk Persîyanê re got, ku tehdîda terorîst a li ser Sûrîyeyê wek berê gelek xurt e û li welêt gelek kargeh, dibistan, nexweşxane hatine hilweşandin. Ji ber wê yekê alîkarîkirina gelê Sûrîyeyê deynê Îranê ye:

    “Piştgirîya fînansî ya Îranê ya ji bo Sûrîyeyê, piştgirîya enîya li dijî terorîzmê ye. Ji bo Îranê ew yek deyneke pîroz e û wê li hember hemû tehdîdên terorîstî yên li herêmê bisekine”.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ di salekê de 3 hezar sûrî îdam kirine
    NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
    31 grûpên sûrî hewlên De Mistura red dikin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran dûpatdike ku Amerîka belgenamên derbarê bernama atomê guhertiye
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Etîketan:
    Kredî, Sûrîye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de