20:17 17 Tebax 2017
Zindî
    Heşda Şeibî

    Iraq – Kampa leşkerî ya zarokan hat vekirin

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, komek zarok ji aliyê milîsên şîe (Heşda Şeibî) ve fêrî şer û çekariyê tên kirin. Ji zarokan re tê gotin, eger di şer de hatin kuştin `wê li bihiştê horiyan bidin we`.

    Komek zarok û xwendekarên iraqî yên ku dersa xwe qedandine, li bajarokê Beledê yê girêdayî bi parêzgeha Selahedînê ve, di kampeke leşkerî de hatine komkirin û ji aliyê Heşda Şeibî ve fêrî şer û çekdariyê tên kirin.

    Di nav zarokan de melayek jî heye. Erka wî melayî ew e ku ji aliyê rohî ve, zarokan perwerdebike. Ew li ser cîhad û `şehîdbûnê` ji zarokan re qise dike û ji wan re dibêje- `heger hûn şehîd bibin hûnê herin bihiştê û bi horiyan re bijîn`!

    Hinek ji wan zarokan, bejna wan bi qasî bilindahiya çek e, dibêjin, em dixwazin fêrî şer bibin û DAIŞê ji welatê xwe derxînin.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de