20:32 16 Tebax 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Baluken: Pêngav neyên avêtin plana B dest pê dike

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Parlamenterê HDPê û endamê şanda Îmraliyê Îdrîs Baluken di bernameyeke televizyonî de ragihand, `heger hikûmet bixwaze bi vî awayê niha serederiyê ligel pêvajoya aştiyê bike û pêngavên pêwîst nehavêje, wê demê dê plana B dest pê bike`.

    Îdrîs Baluken got ku `plana me ya B wê ew be ku ji navxwe û derveyê Tirkiyeyê, hewl bidin bi çalakiyên sivîl pêvajoya aştiyê bigihînin raya giştî.`

    Baluken herwiha got ku `serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan dixwaze hilbijartinek pêşwext encam bide, lê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dixwaze xwe îsbat bike û hikûmeteke hevpeymaniyê pêk bîne.`

    Di 7ê Hezîran a îsal de hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê birêve çûn û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) %40.8ê dengan, Partiya Komariya Gel (CHP) %24.9ê dengan, Partiya Millî ya Netewperest (MHP) %16.2 û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî %13.1 ê dengan bi dest anîn.

    Encamên wê hilbijartinê bi awayê ku tu- partiyekê nikare piraniya dengên parlamentoyê bi dest bîne û ji ber wê jî ti partî nikare bi tena serê xwe hikûmeta pêk bîne û pêwîstî bi pêkanîna hikûmeta hevpeymaniyê heye.

    Bi heman mijarî:

    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de