01:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Afganistan-Taliban

    Kabûl-Talîban-Gotebêj

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1810

    Gotebêjên yekser di navbera hikumeta Afganistanê û nûnerên tevgera radîkal `Talîban` de jibo pêkanîna aştiyê li welêt pingavek giringe.

    Sekretêrê çapemenî yê Koşka Spî Josh Ernest roja sêşemê di konfêransekî rojnemevanî kurt de derbarê vê yekê ragihand.

    Şirovekarê siyasî yê Kabûlê, berbijêrê berê yê jibo postê serokê Afganistanê Mohamed akbar Ûriya di hevpeyvîna xwe bi Sputnik Dari re ev nûçe: `Behsa çi gotebêjan tê kirin, kengî talîban di bin ala DAÎŞê de destbi şer kirin?!` şirovekir.

    Pêvajoya gotebêjên di navbera Afganistan û Pakistanê de ji berya çend mehan ve dirêj dikin, lê heta niha tu-encam ne dane. Sedema şeklî ew e ku kesên navê `Talîban` li xwe dikin, ne amadene gotebêjan bi Civata Bilind a aştiyê a Afganistanê re bikin.Helbet, gotebêjên  li Qatar û Nerwîjê, her wiha niha li Islamabadê wê bên berdewamkirin.

    DAÎŞ di herêma me de-çekdarên berê yên `El-Qaydê`, `Talîban`, grûpên têrorîstî yên çeçenî, ûzbekî û yên din ku li Pakistanê hatine orgenîzekirin. Îro Pakistan, bi alîkariya ajansên saloxgêrî yên amerîkînikarin wan bikarbînin, jiber ew êdî projeyên kevnin, jiber wê jî navê DAÎŞ li wan kirin, mûçeyên wan zêdekirin û ew li bakurê Afganistanê bicîkirin.

    Afganistan her demî hewldida jibo danûstendinên aştiyane bi cîranên xwe re avabike, lê, mixabin, ev hewldan bê bersev bûn, ne hemû cîranên me, me wek dost dibînin. Ev yek pêwîste bê berçavkirin.

    Sebaret bi gotebêjên bi talîban re, jibo bidestxistina wan, ne hema gotin û sozên vala, lê karê pratîk pêwîste. (Dawiya deng) rojnema New York Times, li ser asasê kesayetiyên fermî yên afganî û rojava ragihand ku nûnerên Amerîka û Çînê, wek çavdêr di gotebêjên ku li Islamabadê destpêkirne amadene.

    Bi heman mijarî:

    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de