06:22 19 Tebax 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9810

    Hate ragehandin ku li bajarê Mûsilê xelkê jehr xistina nav xwarina çekdarên DAIŞ’ê û ew bi jehrî xistine.

    Li gorî zanyariyên ajansa îranî IRNA, duh 100 çekdarên DAÎŞê, jiber bi jehrî ketibûn, jibo nexweşxanê hatin veguhestin.

    Li gorî agahiyan, li taxa Vadî Hicr a Mûsilê xelkê bajêr çekdarên DAIŞ’ê vexwendine xwarina fitarê û jehr xistine nav xwarina wan.

    Di nûçeyê de tê gotin ku xelkê bajêr bi armanca tolhildanê ev kar kirne û di encam de 100 çekdar bi jehrî ketine, ji wan 45 kes mirine. Li gorî zanyariyên BasNews, rewşa yên mayî jî xeter e.

    Her wiha hate ragehandin ku di nav xelkê Mûsilê de bi armanca şerê li dijî vê rêxistinê, komên çekdar ên berxwedanê jî hatine avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Mihemed Xurşîd: DAÎŞê bi hêzeke mezin êrîşî Kerkûkê kir
    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de