14:08 24 Mijdar 2017
Zindî
    Yemen opêrasyona hêzên hewayî

    Li Yemenê roja herî bi xwîn: 176 mirî

    © AP Photo/ Hani Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Di encama bombebarana balafirên Koalsîsyona dijî Husiyîn de, 176 kes hatin kuşti.

    Li gorî agahiyên ku ji saziyên çapemeniyê hatine girtin, ji dema destpêkirna opêrasyona dijê Husyan ve ku 26 Adarê destpêkirbû, bomberana duh ya herî dijwar û bi xwîn bû.

    Tilivizyona El-Erebiya ya Erebistana Siûdiyê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku şeva derbasbûyî li parêzgeha Imran û li ser riya di navbera Bajarên Seda û paytext Seda yên  Yemenê 120 çekdarên Husyan û Serokê berê Elî Ebdela Salih, di encama bombebarana li dijî bargehên Husiyînan hatine kuştin.

    Li aliyê din jî hate gotin ku balafirên koalîsyonê bargehên Husiyîn li Herêma Rezma ya Parêzgeha Îb û Edenê, her wiha riya di navbera bajarên Îb û Teez de jî bombebaran kirne.

    Di heman çarçoveyê de jî çapemeniya Husiyîn destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnan, hejmareke sivîlan jiyana xwe ji dest dane û got ku piraniya herêmên hatin bombeabrankirin herêmên sivîl in.

    Cîgirê Berdevkê Fermî yê Sekreterê NY Ferhan Heq ji saziyên çapemeniyê re diyar kir nûnerê NYî Îsmaîl Wilid Şêx Ehmed hewldide jibo li Yemenê agirbest pêkwere.

    Heq, da zanîn ku armanc û hewldaên NY ewe ku ji bo rewşa insanî agirbestek bê ragîhandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de