14:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    Afganistan-Taliban

    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2531

    Li herêma Afganistanê-Nengerharê, di encama êrişa balafirên Amerîkî de 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

    Balafirên şer ên bêpîlot ên Amerîkî duh li herêma Nengerharê ya Afganistanê 2 caran li çekdarên DAIŞê dan.

    Berdevkê waliyê Nengerharê, Ehmed Riza Ebdurehîm Zî ji BBC re got ku balafiran derdora saet 12:00 êriş kirin û 12 çekdarên `Koma Nû` kuştin, cara dudiyan jî saet 14:00 êriş kirin, wê carê jî 37 çekdar hatin kuştin.

    Afganî ji çekdarên DAIŞê re dibêjin `Koma Nû`.

    Li gorî agahiyên şahidan, ew çekdar di dema civînê de rastî êrişa balafiran hatibûn.

    Ji aliyekî din ve, rêberê Partiya Îslamî ya Afganistanê Golbodîn Hikmetiyar jî ji çekdarên xwe xwestiye, di şerê çekdarên Taliban û DAIŞê de pişta DAIŞê bigirin.

    Etîketan:
    Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de