21:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    800 milîsên filleh jî tevlî operasyona Mûsilê dibin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hat gotin ku di operasyona standina Mûsilê ji DAIŞê de 800 milîsên filleh jî beşdar dibin.

    Li gorî ku rayedarên hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeyman dibêjin, amadekariyên operasyona Mûsilê didomin û operasyon jî nêzîk bûye.

    Rayedarekî hêza fillehên Mûsilê ya bi navê `Ketîbeya Babîlon` eşkere kir ku komek fillehên xwebexş ji aliyê leşkerî ve hatine perwerdekirin û got ku ew dê tevlî operasyona standina Mûsilê bibin.

    Wî rayedarê filleh da zanîn ku hejmara wan milîsên filleh 800 kes in û wê di nav refên milîsên şîe yên Iraqê (Heşda Şeibî) de şerê DAIŞê bikin û ragihand ku wan milîsan li sê navendên leşkerî li bajarê Bexdayê û parêzgeha Selahedînê ji aliyê leşkerî ve hatin perwerdekirin.

    Çend roj berê balafirên hêzên hevpeyman belavok bi ser bajarê Mûsilê de belav kiribûn û ji wan re gotibûn, operasyona Mûsilê nêzîk e.

    Bajarê Mûsilê û piraniya herêma Neynewayê ji par havînê ve di destê DAIŞê de ye.

    Li herêma Neynewa û bajarê Mûsilê, jibilî kurd û ereb û tirkmenan, filleh jî dijîn. 

    Bi heman mijarî:

    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de