17:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13010

    Tirkîye zû bi zû nikare derbazî Sûrîyeyê bibe ji ber ku dikare rast bi Îranê were û Rojava jî wê ji rasthatineke kêfxweş nebe

    DAÎŞ li Sûrîyeyê li hember hêzên kurd têk diçe û pozîsyonên stratejîk winda dike. Tirkîye ji ber pêşketina hêzên kurd endîşedar e û bi her awayî hewl dide ku pêşî li kurdan bigire.  Enqereyê ragihand ku amade ye li hember tehdîdan hêza leşkerî bikar bîne. Gelek alî di konflîkta li Sûrîyeyê re têkildar in, lê ji bo berjewendîyên xwe naxwazin wê pirsê çareser bikin.

    Li Sûrîyeyê 4 hêzên sereke hene: artêşa hikûmetê, kurd, Artêşa Azad a Sûrîyeyê û DAÎŞ. Ew hêz hemû jî ji alîyê dewletên bîyanî ve têne piştgirîkirin. Bi taybet jî ji alîyê DYA, Îsraîl, Rûsya, Îran, Erebistana Siûdî û Tirkîye ve. Di nav wan de tenê pozîsyonên Rûsya û Îranê zelal in û her tim piştgirîya xwe ya ji bo Şamê radigihînin.

    Kurdan DAÎŞ ji Girê Spî derxist, ku bajareke gelek stratejîk a li ser sînorê Tirkîyeyê ye. DAÎŞ`ê bi rîya wê kanalê çek û hêza zindî werdigirt. Nefta di dest DAÎŞ`ê de jî ji wê kanalê derbazî Tirkîyeyê dibû. DAÎŞ niha jî hewl dide bajarê Heseke yê di warê petrolê de dewlemend bi dest bixe. Her weha ji bo radîkalên îslamî tenê kanalek bi Tirkîyeyê re dimîne, ku bikaribin pêwistîyên xwe yên leşkerî û bazirganî dabîn bikin, ew jî Cerablûs e. Cerablûs dikeve rojavayê Kobanîyê. Li bendê ne ku kurd di demek nêz de ji bo bidestxistina Cerablûsê dest bi operasyonan bikin.

    Nîyeta kurdan a bidestxistina Cerablûsê ji alîyê Enqereyê ve bi neyênî hate pêşwazîkirin. Tirkîye îda dike ku eger pêşî li wan neyê girtin, kurd wê heta sînorên Derya Spî biçin. Tirkîye niha sewqiyata leşkerî pêk tîne û plan dike ku 18 hezar leşkeran ber bi sînorên Sûrîyeyê ve bişîne. Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan got destûrê nadin, ku li bakûrê Sûrîyeyê dewleteke kurd bête avakirin.

    Tirkîye dixwaze destêwerdanîyê di bakûrê Sûrîyeyê de bike. Hêjayê bi bîranînî ye ku xalên 5-6 ên peymana NATO`yê `parastina` Tirkîyeyê ne. Anegorên wan xalan, eger Tirkîye rast bi êrişê were, NATO wê mudaxaleyê bike. Nîyeta Enqereyê jî ew e, ku bi wî awayî piştgirîya NATO`yê dabîn bike. Lê, ihtimala wê yekê kêm e, ku NATO guhdarîya Tirkîyeyê bike. Demek berî niha Barak Obama Tirkîye ji ber bêtevgerîya li dijî DAÎŞ`ê rexne kir û got, ku çekdarên DAÎŞ`ê ji sînorên Tirkîyeyê derbazî Sûrîyeyê dibin. Her weha Waşîngtonê bi kurdan re jî têkilî danîne. Balafirên amerîkî ji hewa de destekê didine operasyonên hêzên kurd.

    Guşara piralî ya hêzên bi konflîkta Sûrîyeyê ve têkildar, li pêşîya çareserkirina krîzê jî dibe asteng. Rûsya, Îran û Sûrîye hewl didin ku yekpareyîya Sûrîyeyê bête parastin. Ji alîyê din ve metirsîya Rûsyayê ew e, ku eger îslamîstên radîkal ji Rojhilata Navîn bêne derxistin, ewê li Bakûrê Kavkazê peyda bibin.

    Li Tel Avîvê piştgirîya ji bo êzdî û durzîyan tê nîqaşkirin.  Eger Îsraîl jî derbazî di nav meydana şer bibe, ew yek wê probleman zêdetir bike. Erebistana Siûdî jî li dijî çareserkirina konflîkta li Sûrîyeyê ye. Ji ber ku eger ew pirs bête çareserkirin, wê Îran bi hêsantir pêş bikeve, ku pêşbazê sereke yê Erebistana Siûdî yê li herêmê ye. Kurd yan ji bo serxwebûn û yan jî ji bo bidestxistina otonomîya li Sûrîyeyê wê tekoşîna xwe berdewam bikin.

    Tirkîye zû bi zû nikare derbazî Sûrîyeyê bibe ji ber ku dikare rast bi Îranê were. Rojava jî wê ji rasthatineke wisa ne kêfxweş be, ku hewl dide bi Tehranê re `pirsa nukleerî` çareser bike. DYA jî ji ber hilbijartinan naxwaze şerê li Sûrîyeyê gurtir bibe.

    Bi heman mijarî:

    Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke pêbawer nîne
    Perspektîvên navbeynkarîya hevbeş a Tirkîye û Îranê
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Erdogan: ajansên rojava hewldidin welat lawaz û perçe bikin
    Amerîka: Em li DAIŞê nedin wê 4 rojan Rojava kontrol bike
    Qelab: Pêwîst e kurdên Rojava mîna Başûr dewleta xwe avabikin
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    Etîketan:
    Rojava, Tirkîye, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de