16:31 21 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdarên DAÎŞ

    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere

    © AP Photo/ albaraka_news, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Berpirsê koma piştgirîya DAÎŞ`ê dike Ebû el-Ayna el-Ensarî di peyama xwe de got, ku ``Emê di çavê HEMAS`ê de bibine kelem û di gewrîya Îsraîlê de jî hestî``.

    DAÎŞ`ê di nav vê hefteyê de HEMAS bi neradîkalbûnê tawanbar kir û li dijî wê şer îlan kir. DAÎŞ`ê ragihand, ku wê Îsraîlê dagir bikin, hikûmeta li Xezayê wergerînin û wê derê bikin parêzgeha xwe. Tel Avîv tehdîda DAÎŞ`ê cidî nanirxîne.

    Endamên DAÎŞ`ê peyamek bi rîya vîdeoyê belav kirin û di wê peyamê de Îsraîl û HEMAS tehdîd kirin û ragihandin ku wê Îsraîl û Xezayê dagir bikin.

    Êrişan êdî destpê kirîye: demek berî niha li nuxteya kontrolê ya HEMAS`ê ya li beşa bakûr a Xezayê teqînek hate pêkanîn. Piştî wê bombeyek li ber avahîyêyeke bilind hate teqandin û piştî wê jî dikana xebatkarê istixbarata HEMAS`ê Sabîr Sîyam hate teqandin.

    Opêrasyonên Îsrayîlê li  Kerta Xezayê
    © Sputnik/ Ajansa çapemenî ya Artêşa Israylê

    Heta niha li hember HEMAS`ê çend êriş hatin pêkanîn û HEMAS bi wê yekê ve tê tawanbarkirin, ku têra xwe radîkal nîne û li hember DAÎŞ`ê rêzgir nîne.
      Ihtimala wê yekê tune ye, ku di demek nêzîk de DAÎŞ bikaribe li Xezzayê dewsa HEMAS`ê bigire, lê dikare bi roketan êrişê Îsraîlê bike û hewl bide ku aramîya li wê derê têk bibe. Eger di encamên wan êrişan de welatîyên Îsraîlê zîyanî bibînin, Îsraîl dikare bi awayeke xurt bersîva DAÎŞ`ê bide. Îslamîstên hov dikarin bi alîkarîya beşa DAÎŞ`ê ya li Misirê jî li dijî Îsraîlê êrişan pêk bînin. Her weha DAÎŞ wê hewl bide, ku ji nêzîkbûna HEMAS û hikûmeta Misirê re jî bibe asteng. Demek berî niha, desthilata Misirê ji bo perîyodên kurt derîyên sînor ji Xezayê re vekirin.

    Berpirsê koma piştgirîya DAÎŞ`ê dike Ebû el-Ayna el-Ensarî di peyama xwe de got, ku ``Emê di çavê HEMAS`ê de bibine kelem û di gewrîya Îsraîlê de jî hestî``. Îslamîstên radîkal her tim li Xezayê xwedî bandor bûn û wek selefî-cîhadî dihatin bi navkirin. Di demên berê de li dijî HEMAS`ê jî şer dikirin. Di sala 2009`an de yek ji wan cîhadîyan li Xezayê derkete li ser minareya mizgeftê û got ku ``Dewleta Îslamî`` hate îlankirin. Wê demê di encamê pêvçûnan de li dora 20 kesan jîyana xwe ji dest dan. 

    Piştî serkeftinên li Iraq û Sûrîyeyê, çeteyên DAÎŞ`ê piştgirîyê didine radîkalên nû yên dixwazin serokatîya HEMAS`ê wergerînin. Jimara wan koman nayê zanîn, lê bûyerên dawîyê nîşan didin, ku ne kêm in. Li gor hinek daneyan, jimara wan di wan demên dawîyê de ji sedan gihaştîye hezaran kesan. Ensarî ragihand, ku ji bo wergirtina biryarên sîyasî civatek saz kirine. Ji bilî wê yekîneya Şêx Omer Xadîd ya çekdar jî ava kirine.

    Bûyerên Sînayê
    © AP Photo/ Ahmed Abd El Latif

    Cîhadîyên selefî her weha li dijî HEMAS`ê kampanyaya reşkirinê dane destpêkirin û radigîhînin ku xudê ji wan razî nîne. Eger şertên bêkarî û hejarî û tubenûna li Xezaya di bin dorpêça aborî de bêne berbiçavkirin, ji cîhadîyan re holeke îdeal peyda dibe. Xebatkara Înstîtûya Lêkolînên Ewlekarîya Neteweyî ya Îsraîlê ji rojnameya New York Times`ê re ragihand, ku ``Rewşa li Xezzayê gelek xerab e. Ji bo cîhadîyan derfet çêbûye, ku bikaribin ji xwe re gelek zêde layengiran peyda bikin``.

    Wezîrê karên derve yê Filîstînê Rîyad el-Malîkî jî ragihand, ku DAÎŞ li ser Xezayê tu tehdîdan saz nake. Malîkî di pres konferansa li Moskowê saz kirî de got, ku ``Tu ispatîyên wê yekê tune ne, ku endamên DAÎŞ`ê di nav xakên dakirkirî de tev digerin``.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ`ê li Afganistanê dest bi şer kir
    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Navenda dijî terorîstî ya HWS tedabîrên berevanî dijî `DAÎŞ`ê amadedike
    Îsraîl û tehdîda DAÎŞ`ê
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Etîketan:
    Filîstîn, Xeza, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de